Bakûr – Li Mêrdînê pîrejineka 103 salî Korona derbas kir

.

Li navçeya Şemrex ya bajarê Mêrdînê, pîrejineka 103 salî, ku bi Koronayê ketibû, baş bû.

Duhî pîrejina kurd ya 103 salî ya bi navê Emîne Tekîn, ku bi nexweşiya Koronayê ketibû û çend roj bû li nexweşxaneya bajarokê Şemrex li parêzgeha Mêrdînê hatibû razandin, baş bû.

Emîn Tekîn, xelka gundê Omerî yê Şemrexê ye û du hefte berê bi Koronayê ketibû. Piştî ku rewşa wê xirab bibû, biribûn nexweşxaneyê lê duhî bi yekcarî baş û vegeriya mala xwe.

Wê pîrejina kurd piştî ku ji nexweşxanê derket, got, 95 sal berê nexweşiya vebayê belav bibû. Ez ji wê nexweşiyê filitîm lê ji Koronayê ez girtim lê ez ji wê jî rizgar bûm.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê