Bajarên mezin ên Tirkiyê bi erdhejeke dijwar a bi hêza 6.8an hejiyan

.

 

Li Derya Ege ya Tirkiyê bi hêza 6.8an erdhejeke mezin çêbû. Agahiyên ku li bajarê Îzmîrê hin avahî hilweşiyane tên belavkirin.

Çavdêrxaneya Kandillî ya Tirkiyê ragihand ku erdhej li nava Derya Egeyê dorûbera Seferîhîsar a Îzmîrê rû daye û pileya wê 6.8 e.

Herwiha Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) jî heman erdhej bi pileya 6.6an pîvand û ragihand ku navenda erdhejê Karabaglar a Îzmîrê ye.

Piştî erdheja ku li demjimêr 14:51ê îro 30yê Cotmehê rû daye de tirseke mezin li ser welatiyan çêbû û heta bajarê Stenbolê çend bajarên din ên wek Aydin û Bursayê yên Tirkiyê bi wê erdhejê hejiyan.

Hêj ragihandineke fermî derbarê ziyanên canî û madî yên vê erdheja mezin de belav nebûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin