Babacan: Divê pênase li hebûna 'Pirsa Kurd' bê kirin!

.

 Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Tirkiyê Alî Babacan, di kongreya partiya xwe ya navçeya Seyhan a bajarê Edenê de axivî.

Babacan li ser pirseke derbarê ‘pirsa Kurd’ de got, “Me wek partî bi awayekî eşkere nivîsandiye. Pirseke Kurd ya vî welatî heye. Divê ewil em nav lê bikin. Pirsa Kurd heye, divê pênase lê bê kirin ku ew ji mafên zayînî yê hemwelatiyan ne. Ev nabe cihê bazariyê. Bi bide û bistîne û lîstokan nabe. Ji aliyekî divê bi perspektîfa maf û azadiyan lê bê nihêrtin û li aliyê din jî divê têkoşîna dijî terorê cuda bê kirin. Dema em behsa têkoşîna dijî terorê dikin jî ne tenê bi rêbaza ewlekariyê bi nêrîneke din ya dîplomasî û pêwendiyên navnetewî divê li ber çavan bên girtin û bi perspektîfeke çareseriyeke herêmî nêzîkatî bê kirin.”

Babacan herwiha gotinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ên ‘Pirsa Kurd nîne’ jî wekî ku çareseriyê naxwaze bi nav kir û got, divê pêşî nav lê bê kirin.

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan