Avakirina dîwarê sînorê navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

.

 Sînorê navbera Kurdistana Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê li dora 295 km ye û Tirkiye berê bi sedema qewimadinên siyasî biryara avakirina dîwarekî seranser dabû û qismekî ji dîwar ava kiribû. Niha îhala 64 km yan kirine û avakirina dîwar dewam dike. Dîwar 4 mt kûr û 4 mt fireh tê avakirin. Bo her mesafeyekî destnîşankirî barûyên çavdêriyê bi dîwar re ava dikin.

Bo destekê bidin polîsên tevgera taybet yên li ser sînor wezîfe dikin, ji bajarên din bi temamî 750 polîsên tîmên taybet ku ji 35 tîman pêk tên û di nava wan de jin jî hene wezîfe dikin. 750 kes bi fermandariya cendirmeyan û alaya Wanê ya cendirmeyan re li ser sînor dixebitin.

Di bin fermana wan de 50 alavên zirxî, dron û termal kamera hene û kontrola sînor dikin.

Tedbîra weha tund bi sedema PKK sînora derbas nebe, neçe û nê, bo karên qaçaxî û koçberan hatiye sitendin.

Tevî ew çend tedbîran jî car din her roj koçber sînor derbas dikin û heya Wanê, Ercîşê û Bêgiriyê dikarin herin. Koçberên tên desteserkirin, teslîmê rêvebiriya koçberan ya bajarê Wanê dikin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin