Avakerê AK Partiyê dibe namzedê HDPê

Siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat dê di hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê de bibe namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP

Siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat dê di hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê de bibe namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

HDPê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat û akademîsiyenê kurd Prof. Dr. Mîthat Sancar dê ji bo namzediya hilbijartinan serî li rêveberiya HDPê bidin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag dê serlêdana Firat û Sancar qebûl bikin.

Dengîr Mîr Mehmet Firat, ku yek ji avakerên AK Partiyê bû, beriya niha ji wê partiyê veqetiyabû.

Hat zanîn ku Firat dê sibê (25ê Sibat) ji bo namzediyê serî li HDPê bide.

Hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê dê roja 7ê Hezîranê bên lidarxistin.

Dengîr Mîr Mehmet Firat, roja 8ê Tebaxa 1943ê li navçeya Kahta ya bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê xwendiye. Sê caran bûye parlamenter û yek ji avakerên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) ye, heyamekî jî bû alîkarê serokê giştî yê wê partiyê.

Firat bi jineke alman ya bi navê Krîstan (navê wê yê niha Zozan) re zewiciye û d zarokên wî hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin