Avahiya HDPê li Marmarîsê rastî êrişê hat

.

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Marmarîsê yê Tirkiyê derengiya şevê din rastî êrişekê hat, ev duyemîn êrişa li ser avahiyên HDPê di nava du heftiyan de ye.

Li gor agahiyan, êriş îro di demjimêr 02:00 de hatiye encamdan û ji ber êrişê camên wê hatine şikandin.

Kesên êrişkar li cihê bûyerê hatiye desteserkirin û bo navenda Asayişa bajêr hatiye veguhastin, lê nasnameya wî nehatiye aşkerekirin.

Herwiha hêj derbarê sedema êrişê de jî ti agahî nehatine belavkirin.

HDPê derbarê êrişê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye, “camên buroya me ya li navçeya Marmarîsê serê vê sibehê di 02:30 de ji aliyê kesekî li ser hişê xwe, lê wek serxweş hatî ragihandin ve hatin şikandin.”

Di 14ê Tîrmehê de jî li Marmarîsê li dijî avahiya HDPê êrîşek çekdarî pêk hatibû, lê ti kuştî û birîndar çê nebûbûn.

Têkildarî wêê êrişê de kesek bi navê A.T.D hatibû desteserkirin, ku piştre derketibû holê wî si salên borî de jî êrişî avahiya HDPê kiriye.

Meha bihorî li bajarê Izmîrê yê li rojavayê Tirkiyê jî êrişeke çekdarî bo ser avahiya HDPê hatibû kirin û di êrişê de xebatkareka HDPê hatibû kuştin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn