”Avabûna Kurdistanê xewa wan direvîne!”

Êdî ne mumkun e ew çerxa guherîna cîhanê rawestînin û pêşî li avabûna dewleta Kurdistanê bigrin.

Serokê Partîya Watan ya Tirkiyê Dogu Perincek tevî heyetekê partîya xwe çûye Îranê û li wê bi hin berpirsiyarê Îranê re hevdîtin kirîye û bi Ali Ekber Velayetî re daxunîyeka çapemenî li dar xistiye.

Perîncek gotîye; ”DYA dixwaze dewleteka bi navê Kurdistan Îsraîlekî duyem li herêmê ava bike; ew Israîl ne 1500 -2000 km dûrê wan be dê ew ê li vir cîranê wan be. Lê ev projeya wan dê bi ser nekeve.”

Ali Ekber Velayetî yê Berpirsê siyaseta derva ya Ayatulah Hameney jî di axaftina xwe de gotîye; ”Ew li hemberê in ku yekpareyîya Iraqê bihê xerabkirin, pêkanîna referandûmê kiryareka li dijî tememê xerbakirina axa welatên li herêmê ne. Tespîta Perincek a Îsraîla duyem di cî de ye. ”

Xuya dike ku bi avabûna dewleta Kurdistanê tirs bi wan girtîye û ji bo tirsa xwe kêm bikin ew israîl û Amerîkayê tawanbar kirine; lê êdî ne mumkun e ew çerxa guherîna cîhanê rawestînin û pêşî li avabûna dewleta Kurdistanê bigrin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin