Av. Ahmed Ozmen bû serokê Baroya Amedê

Baroya Amedê 45mîn kongreya asayî ya xwe pêk anî.

Piştî ku Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi, sala borî li navçeya Sûr a Amedê di encama pevçûneke çekdarî de hatibû kuştin, Baroya Amedê 45-mîn kongreya asayî ya xwe pêk anî.

Kongre li navçeya Kayapinar a Amedê li Navenda Kulturî ya Cegerxwîn hat lidarxistin. Di kongreyê de du namzed, yek jê Cîgirê Tahir Elçi, Ahmet Ozmen û yê din hevjîna Meral Daniş a parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzer Mesut Beştaş bi hev re ketine rikeberiyê.

Di kongreya de, hezar û 13 parêzeran dengê xwe bi kar anîn. Ahmet Ozmen 33 deng zedetir ji Mesut Beştaş wergirt û weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin