Zarokên bi navê Yûsûf Atay û Caner Sak gava sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn, li cem hev hatin veşartin.
Li mezreya Yekmal a navçeya Qilebanê ya Şirnexê zarokê bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî duh dema ku sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Ata û Sak ji bo rapora otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiya wan bi dawî bû malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin û bi tevlîbûna bi dehan welatiyan, Ata û Sak li mezraya Yekmal li cem hev veşartin.
Kurdistan Haberleri
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye