Associated Press: Gotarên Erdoganî ne li gorî gotûbêja Erdogan-Trumpî de ye

Rayedarekî Amerîkî ji Associated Press (AP) re ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump difikirî ku Erdogan di pêwendiya telefonî ya de soza parastina Kurdan li Sûriyê daye, lê helwesta bo serdana John Bolton ev yek pûç kir.

Li gorî rayedarê Amerîkî yê beşdarî hevdîtinên Bolton ên Tirkiyê bûye Berdevkê Serokmorê Tirkiyê Îbrahîm Kalin gotiye, “Heta Amerîka li Sûriyê be, Erdogan soz daye ku ti operasyonekê pêk neyîne.”

Herwiha di li gorî daxuyaniyên rayedarê Amerîkî di hevdîtinê de, Amerîkayê derbarê vekişînê de navê pênc welatan rêz kiriye û di nav şertên Amerîkayê de, “Pêk neanîna mimaleya xirab li dijî muxalîfên hevpeymanên Amerîkayê (Kurd) jî heye”.

Li aliyê din rayedarekî Amerîkî jî ji Reutersê re ragihandiye ku di hevdîtina Bolton de hatiye gotin ku Amerîka di vê qonaxê de ji baregeha El Tanf a başûrê Sûriyê venakişe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin