Asayîşa Rojava: Me nehişt tu zerar bigîhe mal û milkên şêniyên taxa Tey

.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîşê daxuyaniyek belav kirin û dan zanîn, piştî banga wan, şêniyên taxa Tey vegeriyane malên xwe û Asayîşê nehiştiye tu zerar bigîhe mal û milkên wan.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Asayîşê tê diyarkirin: ‘‘Hêzên me tevahî dîmenên çekdariyê ji dibistanên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî kiribûn baregeh û nuqteyên leşkerî radikin. Em ê van dibistanan ji bo perwerdeyê vegerînin da ku ew zarokên di salên serweriya çeteyên Dîfaa El Wetenî de ji mafê xwendinê bêpar mane, dîsa bixwînin.’’

Asayîşê herwiha eşkere kir, ew her tim li gorî tevahî peyman û qanûnên mafên mirovan ku parastina rûmet û mafên wan dike, tev digerin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin