Asayişa Rojava derbarê şerê li Qamişlo daxuyanî da

.

Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek derbarê şerê li Qamişlo belav kir û ragihand ku di encama êrişla milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê de endamekî asayişê jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Asayişa Rojavayê Kurdistanê milîsên Berevaniya Niştîmanî li ser karê xwe yê “têkdana asayîş û ewlekariya bajarê” Qamişlo berdewam in.

Derbarê çawaniya bûyerê de jî di daxuyaniyê de hatiye gotin, endamên Milîsên Berevaniya Niştîmanî gule berdane xaleke asayîşê li dewara Wehdê, di encamê de endamekî hêzên wan birîndar bûye û “şehîd ketiye.”

Hêzên Ewlekariya navxwe radigihîne, ew dûdil nabin berevaniyê li xwe bikin û hemû hewlên milîsan yên armanckirina xalên wan yê ewlekariyê û belavkirina “fitne û çêkirina alozî û tevlîheviyê” di navbera xelkê de li navçeyê, tekez jî dike ku ew dê bi awayekî yekalîker serederiyê li gel van karan bikin.

Şeva derbasbûyî  li taxa Tey-Dewara Wihdê ya Qamişloyê di navbera Aşayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê de şer derket.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo ragihand ku demjimêr 21:10 hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşî xaleke kontrolê ya Asayîşa Rêveberiya Xweser kir inû di encamê de endamekî Asayîşa Rêveberiya Xweser yê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn.

Piştî şer hêzên Aşayîşa Rêveberiya Xweser heremaku hêzên hikûmeta Sûriyê lê dimîne dorpêç kirin.


Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin