Asayişa Rêveberiya Xweser rê li ber kongreya ESSKSê girt

.

Asayişa Rêveberiya Xweser rê neda mêvan û endamên Encûmena Serwer û Serbixweyên Kurd li Sûriyê (ESSKSê) ku bigihêjin hola kongireyê li Qamişlo.

Berpirsê Rêxistina Encûmena Serwer û Serbixweyên Kurd li Sûriyê, Mehmûd Eyûb ji Rûdawê re ragihand, biryar bû kongireya encûmena wan roja 03yê Adara 2023yan li Hola Zana li bajarê Qamişlo bihata lidarxistin.

Mehmûd Eyûb got: “Encûmena me, ji bo lidarxistina kongireya xwe, roja 26ê Adara 2023yan molet û rêpêdan ji Rêveberiya Xweser wergirtibû, û li ser wê bingehê endam û mêvanên kongireyê ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, hatin vexwendin, ku hejmara wan bêhtir ji hezar kesî bû, lê di roja lidarxistina kongireyê de, Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser rê neda wan endam û mêvanan ku bigihêjin hola diyarkirî ji bo wê kongireyê, serbarî ku wan hêzan dest danî ser hemû pêdiviyên kongireyê.”

Encûmena Serwer û Serbixweyên Kurd li Sûriyê, di daxuyaniya xwe de, derbarê vê mijarê ragihandiye, ew vî karê rêgirîkirinê li ber lidarxistina kongireya xwe şermezar dikin û bi karekî neyasayî binav dikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî
N. Aso Minberî: Mangirtin, Rapersîyeke Berdewam