Asayîşa PYDê carekî din Kurdistan24 qedexe kir

.

"Girtina ofîsên Kurdistan24ê binpêkirina li hember azadiya çapemeniyê, karê ragihandinê û mafên mirovan e jî.

Mixabin 20 Hezîrana 2021ê careke din nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê bi biryara Asayişa PYDê hatin girtin. Di demekê de ku Kurdistan24 bi riya nivîsgeh, peyamnêr û tîmên xwe bi berdewamî dengê xelkê wê beşa Kurdistanê gihandiye cîhanê û bêalî û pîşeyane serederî ligel bûyer û pêşhatan kiriye û ti demekê yasayên peyrewekirî binpê nekirine.

Kurdistan24 wek dezgeheke niştimanî, bi berpirsyane serederî ligel pirsên neteweyî kiriye û li her beşeke Kurdistanê di asta çaverêya xelkê de bûye, li hember êrîşên li ser Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî bû deng û rengê Rojava û ajansên nûçeyan ên cîhanê û kenal û telefizyonên navdewletî jî, Kurdistan24 kiribûn çavkaniya xwe ya sereke û bi riya kamîraya tîmên Kurdistan24ê dîmen ji cîhanê re vediguhastin.

Girtina nivîsgehên Kurdistan24ê binpêkirina li hember azadiya çapemeniyê, karê ragihandinê û mafên mirovan e jî. Belgeyeke din a li ser bêbaweriya desthilatdarên li Rojavayê Kurdistanê bi azadiya karê çapemeniyê û serkutkirina dengên cuda ye.

Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş, rastiya xebata Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem di eniya yekîtî û aştiya civakî de bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana li cîhekî din li ser wan hatiye sepandin.

Em daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan, karê çapemeniyê, parêzvanên azadiya rojnamevanan, Federasyona Rojnamevanên Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî û bi taybetî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê dikin ku li ber vê biryara nerewa rawestin û fişarê li rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, ji bo vê biryara nerewa ya li dijî dezgeha Kurdistan24ê hilweşînin û êdî rêgiriyê li azadiya karê rojnamegeriyê nekin."

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24ê

20/6/2021

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn