Asayişa PYD 2 serkirdeyên kurd serbest berdan

Asayişa PYD 2 serkirdeyên kurd serbest berdan

 

Duh (10.7.2016) asayişa PYD Enwer Naso endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ), endamê heman partiyê Ridwan Hemo û Abdelkerîm Mihemed -Bavê Luqman endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji zîndanên xwe serbest berdan.

Hersê li bajarê Amûdê, di du bûyerên cuda de, bi tawana birêvebirin yan jî beşdarbûn di çalakiyeka neyasayî de ji aliyê asayişa PYD ve hatibûn girtin.

Rêvebriya xweser a bi ser PYD ve di destpêka sala 2014-an de ji aliyê alîgirên Abdullah Ocalan û bi beşdarbûna hinek ereb û kirîstiyanên nêzîkî rejîma Esed hate ragihandin, lê heta niha, tu hezeka navxweyî "Sûrî", herêmî yan jî navneteweyî "îtîraf" bi vê rêveberiya "de Facto" nekiriye.

Piraniya herî pir a gelê Kurdistana Rojava jî piştevaniya wê nake.

(E.B)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin