Asayîşa Kurdistanê nasnameya kujerê Îsa Babaxanî eşkere kir

.

Asayişa Hewlêrê li ser terorkirina endamê komîteya PDK-Î ya Rojhilatê Kurdistanê Mûsa Babaxanî daxuyaniyek belav kir.

Asayişa Hewlêrê li ser terorkirina endamê komîteya PDK-Î ya Rohilat Mûsa Babaxanî ku roja 7ê Tebaxê li Hewlêrê hatibû terorkirin û cenazeyê wî li otelekê hatibû dîtin, daxuyaniyek belav kir û ragihand, gumanlêkiriyê serekî yê wê rûdanê kesek e bi navê Sermed Dawûd Ebd Elî ku wek Saman Îlamî tê naskirin.

Asayişa Hewlêrê daye xuyakirin, tohmetbarê serekî yê wê çalakiya terorê reviyaye Îranê lê fermana girtina wî hatiye dayîn û hewlên girtina wî berdewam in. Her pêşhatek nû jî rû bide dê raya giştî were agahdarkirin.

Asayişa Hewlêrê di berdewamê de diyar kiriye, bila xelkê Hewlêrê piştrast bin ku emê wek her car can û malê wan biparêzin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn