Asayişa Herêma Kurdistanê: Me du serkirdeyên DAIŞê desteser kirin

.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Asayişa Silêmanî bi hevkariya Rêveberiya Asayişa Şarezûr “du serkirdeyên DAIŞê û tîmeke terorîstî li parêzgehên Helebcê û Helebcê desteser kirin” wek şaneyên raketî li sînorê Herêma Kurdistanê xwe veşartibûn.

Li gor zanyariyên Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, ew serkirde û çekdarên DAIŞê “di hewla xwerêkxistinê de bûn bo têkdana aramiya Herêma Kurdistan, jiyana xelk û cîbicîkirina planên xwe” û amaje bi wê jî kir, “plan danîbûn xwe rêk bixin û amade bikin bo çend kirdeyên terorîstî li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebcê.”

Bi biryar û serpereştiya Serokê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, Asayişa Silêmanî lêkolîn daye destpêkirin û piştî mehekê “pêdeçûna hûr, bidestxistina zanyarî û belge, diyarkirina cihê mana terorîstan û çavdêriya wan, piştî rizamendiya dadwerî lêkolîn bi biryara Serokê Dezgehê, şeva 27/28ê Tîrmeha 2021, tevger bi hêzên Operasyosyona Asayişa Silêmanî û Asayişa Şarezûr hat kirin û li parêzgeha Helebce, di 4 operasyonên mezin û helmetên hevdem de, her terorîstên bi navên (E.H), (l.C), (Z.H) û (E.H.E) hatin desteserkirin ku du ji wan serkirdeyên DAIŞê bûn û beşdarî û serpereştiya çendîn tawanan kirine.”

Herwiha hat eşkerekirin, di operasyoneke din de li Silêmanî hêzên Aasayişa Silêmanî “terorîstê bi navê (S.E) desteser kirin.”

Lêkolîn li ser wê keysê destpê kiriye û derketiye ku “terorîstên desteserkirî” li gor madeya 4 a terorê hatibûn daxwazkirin û çekdarên DAIŞê bûn li “wîlayeta başûr û beşdar bûn di çend tawanên dijî mirovahiyê û li çend bajarên Iraqê Herêmê xwe rêk xistibûn û encama wan ew bû çendîn kiryarên terorîstî encam bidin.”

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê behsa wê jî kir, li ber selametiya lêkolînan, zanyarî hatine hildan û di pêşerojê de li ser vê mijarê bo raya giştî dê bên belavkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye