Asayîşa Herêma Kurdistanê komeke terorîst a DAIŞê desteser kir

.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtirafên komeke terorîst a ser bi DAIŞê belav kir. 

 Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îtirafên komeke terorîst a ser bi DAIŞê belav kir, ku ji Ranyayê hatine Hewlêrê û dixwestin karên terorîstî encam bidin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; toreke terorîst hat desteserkirin û planên wan hatin pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Xelîfeyê koma terorê ya DAIŞê Hecî Ebdullah ferman daye ku 'Haris, waliyê bakur / Kurdistan' û 'Ebû Welîd, emîrê ewlehiyê yê bakur' ji bo encamdana karên terorîstî, rasterast terorîstên şaneyê eşkere kirin û di operasyoneke serkeftî de temamê terorîstên şaneyê hatin desteserkirin.”

Herwiha hat ragihandin: “Di encama lêkolînê de derket holê ku terorîstan dixwestin bi rêya bombeya vedayî û demançeyên bêdeng, karên terorî encam bidin. Di destpêka meha 2 ya 2021ê de du endamên komê, ewilî nekarîne rasterast derbasî Kurdistanê bibin, loma bi rêya qaçax ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne, ji wir çûne Îranê û ji wê derê jî derbasî navçeya Ranyayê bûne û gihiştine Hewlêrê.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Terorîstên ku hatin desteserkirin; Yasir Elî Ehmed Niwîran ku navê Ebû Emar tê nasîn, Macid Hesen Salih yê bi nasnavê Elî, Hesen Elî Inîzan yê bi nasnavê Siûd û Fîras Hesen Hemûdî Husên û Muxelîd Îbrahîm Mihemed Şafî El Firacî ne.”

K24

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin