Asayişa Helebcê: Teqîna îro rûdaneka xwekuştinê bû

.

Asayişa Helebce têkildarî bûyera îro ya li taxa Şarewanî ya vî bajarî daxuyaniyek belav kir û ragihand, li gor lêkolînên destpêkê hatiye zanîn ku kesekî bi narincokekê dawî li jiyana xwe aniye.

Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Asayişa Parêzgeha Helebceyê dibêje, “demjimêr 09:00 serê sibehê gencekî temen 29 salî çûye nav parkê û wê demê du baxevan li parkê bûne, piştî ku silav daye baxevanan hinekî ji wan dûr ketiye û piştî demeke kurt dengek hatiye bihîstin.”

Asayişa Helebceyê diyar kiriye, “Piştî agahdarbûnê hêzên me gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin, di lêkolînên destpêkê de derketiye ku kesekî bi navê Rêkan Tehsîn Fetah dawî li jiyana xwe aniye.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Bûyer xwekujî bûye û di rêya narincokeke dengî ve hatiye kirin.”

Derbarê bûyerê de lêkolîn hêj berdewam e. Asayişa Helebceyê bang li hemwelatiyan dike û dibêje, hewceyî dilgiranî û xwetirsandinê nake û tekez dike, “bûyer tenê karekî xwekuştinê bûye.”

Pêştir, Rêveberê Polîsê Helebce Kazim Ebdullah ji Rûdawê re gotibû, li taxekî bajêr teqînek çê bûye û “bi sedema teqînê kesekî canê xwe ji dest daye, ku ji ber bandora teqînê nasnameya wî nehatiye zanîn.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn