Asayiş û polîsê leşkerî yê Rûsyayê li Qamişlo agirbest ragihandin

.

Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê û polîsê leşkerî yê Rûsya li Qamişlo civiyan û  li ser agirbesteke demkî heta îro piştî nîvro li hev kirin.

Li gor zanyariyan bi navbeynkariya Rûsyayê, polîsê serbazî yê wî welatî li şûna milîsên Berevaniya Niştîmanî li gel Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê civiya.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kir ku heta derengiya şeva derbasbûyî civîna polîsê serbazî yê Rûsî û Asayişê berdewam bû.

Li gor zanyariyan, di wê civînê de herdû alî gihiştin agirbesteke demkî û agirbest dê heta îro piştî nîvro berdewam bike.

Ev jî bo yekê ji bo ku bêtir sedem û aliyên berpirs ji destpêkirina şer bêne destnîşankirin û gotûbêjên zêdetir derbarê wê yekê bikin, herweha çawaniya gihiştina rêkeftina giştî diyar bikin.

Çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Sûriyê jî belav kiriye ku herdû aliyan li hev kiriye ku şer bê rawestandin.

Li taxa Tey a Qamişlo ji şeva Sêşemê ve di navbera Hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser û Milîsên Berevaniya Niştîmanî şer û alozî berdewam bû û niha bi agirbesteke demkî şer rawestiyaye.
 

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû