ASAyê vê neqlê jî jeneratorên nexweşxaneyê dizîn

Hate ragihandin, ku şevê din, çekdarên opozisyona Sûriyê ASA, 2 jeneratorên eletirîkê yên nexweşxaneya Dêrsim dizîn û niha kar li wê nexweşxaneyê rawestiyaye.

Li gor nûçeya Kurdistan24ê, wan çekdaran hin otombêlên bijîşkên wê nexweşxaneyê jî dizîne û van kiryaran dilgiraniyek li cem xelkê bajar bi tevahî çêkiriye.

Nexweşxaneya Dêrsim piştî nexweşxaneya Avrîn ya herî mezin e, li bajarê Efrînê û piştî ku ya Avrîn ji amêr û tîmên bijîşkî hat valakirin, nexweşxaneya Dêrsim pêşwaziya nexweş û birîndaran dikir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin