ASA: Em ji Efrînê vekşiyan

Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ahmed Osman ragihand ku ji navenda bajêr vekşiyane û kontrola bajêr dane hêzên heremî.

Li gor nûçeya Sputnikê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ahmed Osman diyar kir ku çekdarên wan ji navenda bajêr vekişiyane, navendê bi dest hêzên heremî de berdidin û got: "Çekdarên ASAyê ji navenda bajarê Efrînê vekşiyan, me bajêr radestî hêzên ku ji Efrîniyan pêk tên kir. Lê ji ewlehiya çolterên bajêrê Efrînê cardin em ê berpirsyar bin."

Piştî ketina bajêr çekdarên ASAyê dest bi dizî û talanê kiribûn. Li ser vê yekê fermandar îdia kir ku ji ber dizî û talankirina mal û milkên niştecihên Efrînê, kesên tevlî talankirin û diziye bûn hatin girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin