Artêşa Tirkiyeyê operasyonên asîmanî pêk anîn

Artêşa Tirkiyê ragihand, ku 6 pêgeh û çeperên PKKê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ve hatine bombebarankirin.

Sererkaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekî ragihand, ku şeva derbasbûyî (26-06-2018) firokeyên şer ên li herêmên Avaşîn, Basyan û Heftenîn ên Başûrê Kurdistanê operasyonên esmanî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê di vê êrîşê de 6 pêgeh, startgeh û cebilxane hatine armancgirtin û herwiha 8 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin, ku firokeyên bêfirokevan ev pêgehên destnîşan kirine û firokeyên F-16 jî bombebaran pêk anîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin