Artêşa Tirkiyê Zinarê Kêste topbaran dike

.

 Artêşa Tirkiyê îro careke din dest bi êrişên xwe yên li navçeya Zinarê Kêste bajarokê Kanî Masê kiriye û navçeyê topbaran dike.

Peyamnêrê Rûdawê li navçeyê ragihand, artêşa Tirkiyê beriya kêliyekê dest bi topbarankirina Zinarê Kêste kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, artêşa Tirkiyê herwiha derdora gundê Hirûrê jî topbaran dike.

Ji ber topbarana Tirkiyê bo ser navçeyê, şewatek mezin li navçeyê çêbûye.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, şewata li navçeyê ku di encama topbarana Tirkiyê de derketiye, her ku diçe berfirehtir dibe û ber bi gundên Kêste û Çelkê ya Krîstiyanan ve diçe.

Derbarê zirarên topbaran de hêj agahî nehatine bidestxistin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin