Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê herêmên Rojava topbaran dikin

.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, ji do ve gundewarên herêma Minbicê û navçeya Girê Spî yên di bin kontrola hêzên Rêveberiya Xweser û HSDê de topbaran dikin.

Li gor medayaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kiriye, artêşa Tirkiyê roja Duşemê 21ê Hezîrana 2021an, 9 gundên li rojavayê Girê Spî topbaran kir.

Herwiha agahî didin zanîn, li Girê Spî gundên Xirbet Beqer, Erîde, Qizelî, Meblûce, Sofan, Bîrzinar, Korhesen, Leqlûq û Silêb û mezrayên derdora wan hatine topbarankirin.

Li aliyekî din, îro Sêşemê 22ê Hezîrana 2021an sînorê bakurê herêma Minbicê jî rastî topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar hat.

Navenda Ragihandinê ya Mecilsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, du gundên herêma Minbicê ketine ber êrîşê.

Mecilsa Leşkerî ya Minbicê herwiha eşkere kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar li gundê Qîratê yê li bakur-rojhilatê bajarê Minbicê bi cih bûne û bi çekên sivik, navîn û giran gundên El-Cat û Hûşeriyê dikin armanc.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin