Artêşa Tirkiyê li Sîdekanê li erebeyekî sîvîl xist

.

Hat ragihandin ku helîkopterekî artêşa Tirkiyê li Sîdekanê li rebeyekî sîvîl xistiye. Lê rêvebirê nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî bo Rûdawê ragihandiye ku bi balafira şer li erebê xistiye.

Li gor ragihandina Rûdawê; di erebê de 4 kes hebûne. Li gor cîgirê fermandarê tûxayên sînor yên parastinê Kamûran Abdulrehman mijar wehaye:

“2 kesên ku bi ereba xwe çûne gundê Sînînê bo kirîna miyan, bo xwe germ bikin ji erebê daketine û agir vêxistine. Helîkopterekî Tirkiyê êrîşê wan kiriye û 2 kes birîndar bûne.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye