Artêşa Tirkiyê li Efrînê perestgeheke dîrokî rûxand

Artêşa Tirkiyê perestgeha dîrokî, li gundê Eyn Dara bi balafiran rûxand. Buyer ji aliyê Mala Raçaviya Mafên Mirovî li Sûriyê û hikûmeta Sûriyê ve jî hat piştrast kirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ev êrîşên li ser cihên dîrokî werin sekinandin.

Gundê Eyn Dara yê dîrokî, perestgeheke ku temenê wê nêzî 2 hezar salane dihewîne û perestgeh ji kevirên reş yên bazalt hatiye çêkirin. Di perestgeha ku li ser dîwarên wê, rolyef û bermahiyên kevn hene, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate bombebaran kirin û zirareke mezin dît.

Mala Raçaviya Mafên Mirovî li Sûriyê jî ragihand ku perestgehê di encama bombebaranê de zirareke mezin dîtiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin