Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Rojava

Artêşa Tirkiyê karwanekî din ê leşkerî şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Artêşa Tirkiyê karwanekî din ê leşkerî şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.


 

Di demekê de ku Amerîka û Tirkiyê li ser pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê lihev kirine û xebatên pêkanîna wê di navbera herdu aliyan berdewam dikin, artêşa ‎Tirkiyê jî li ser şandina hêzê û çek û cebilxaneyan bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.‎


 

Karwanekî leşkerî ku ji 3 balhilgiran pêk dihat, ji Fermandariya Lîwaya Zirhî ya 20an a Rihayê hat şandin û gihişt Fermandariya Sînor a 3mîn a li navçeya Kahniya Xezalan (Akçakale) ku li wê fermandariyê ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve, ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’, hatiye avakirin.


 

Kahniya Xezalan dikeve hemberî Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê.


 

Di çarçova ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ de, yekem karwanê helîkopteran li ser sînorê Rojava bi awayekî hevbeş dest bi pêkanîna erka xwe kiribû.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir