Artêşa Tirkiyê hewl dide 3 gundên Eyn Îsayê kontrol bike

.

 Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê herêma Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser, derengî şeva borî, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê, derdora bajarokê Eyn Îsa nêzîkî rêya M4, topbaran kirin.

Ev topbaran piştî ku şer û pevçûn li nêzîkî gundê Seyda li gundewarê Eyn Îsa çêbûn, ku Tirkiyê dixwaze pêşve here.

Ev dema çend rojan e careke din Tirkiyê êrîşên xwe li ser Eyn Îsa zêde kirine û hewl dide 3 gundan li rojhilat û rojavayê wî bajarokî bixe bin destê xwe de.

Di nav 4 mehên borî de, ji ber topbarana Tirkiyê, 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, 16 kes jî birîndar bûne,  6 gund jî bi temamî vala bûne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye