Artêşa Tirkîyê deverên sînorî yên Amêdîyê û Zaxo bombebaran kir

Artêşa Tirkîyê şeva derbasbûyî weke berdewamîya êrişên xwe ku ev 8 roj in berdewam e, çend deverên sînorî yên herdu navçeyên Zaxo û Amêdîyê yên ser bi parêzgeha Duhokê ve bi firokeyên şer bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan - Ev 8 roj in artêşa Tirkîyê li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyonek bi navê “Çengê Piling” daye destpêkirin û berdewamî deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku firokeyên şer ên artêşa Tirkîyê şeva derbasbûyî saet 23.00 heta 00.30 bi awayekî nizim bi ser deverên Zaxo ve firîyane û piştî saet 00.30ê li deverên sînorî yên Zaxo û Amêdîyê dest bi bombebaranê kirin.

Nasir Elî da zanîn ku li herêma Dêrkarê heta sibê saet 04.00 êrişên firokeyên artêşa Tirkîyê berdewam bûye.

Li navçeya Amêdîyê jî saet 00.00 çar firokeyên Tirkîyê bi ser asmanên herêma Dêreluk û Şîladizê firyane û saet 02.00 dest bi bombebaranê kirin.

Peyamnêrê me da zanîn ku cudahîya bombebaranên şevê din ên ji pêştir ew e ku vê care hejmara firokeyan zêdetir bûn ku berê yek an du firoke beşdar dibûn, lê şevê din 6 firoke beşdar bûne.

Nasir Elî herwiha eşkere kir ku artêşa xwe bi hemû hêza xwe, weke hêzên komando, cerdevan û hêzên asmanî êrişên xwe dike, bergerîya gerîlayên PKKê jî li hemberî êrişên Tirkîyê lawaz e.

 

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin