Artêşa Tirkiyê dest bi vedana xendekek 15 kîlometrî li hember bajarokê Eyn Îsa kir

.

 Artêşa Tirkiyê, bi armanca bajarokê Eyn Îsa ji Kurdan bistîne, dest bi vedana xendekek 15 kîlometrî li hember bajarokê Eyn Îsa kir.

Qaymeqamê bajarokê Eyn Îsa Hemîd El Ebîd diyar kiriye, artêşa Tirkiyê dest bi vedana xendek û tunêlan li beramber Eyn Îsa kiriye û roj bi roj zêdetir pêşde tê.

Herwiha El Ebîd da zanîn, artêşa Tirkiyê niha mijûlî vedana xendekek 15 kîlometrî ye li hember rêya M4 ya navdewletî ku li kêleka Eyn Îsa re derbas dibe.

El Ebid destnîşan kir, artêşa Tirkiyê li aliyekî bordûman dike û aliyê din jî bi kolana tunêl û xendekan pêş de tê.

Zanyarî didin zanîn, gundên Xalidiye, Mielek, Hoşan, Mişêrfê û Seyda yên Eyn Îsa di bin metirsiya dagîrkirinê de ne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye