Artêşa Tirkiyê çend deverên di destê rêjîma Sûriyê de bordûman kir

.

 Artêşa Tirkiyê çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kir.

Piştî ku çend mûşek li bajarê Kilîsê yê Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê ketibûn xwarê, Tirkiyê çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kir û hêzên artêşa welatê xwe li deverên sînorî xist amadebaşiyê.

Herwiha hikûmeta Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kir ku biryara agirbestê were cîbicîkirin û êdî rê neyê dayîn ku bûyerên bi vî rengî dubare bibin.

Di Adara sala borî de, Enqere û Moskow li ser agirbesta li parêzgeha Idlibê ya li bakûrê rojavayê Sûriyê li hev kiribûn, ev jî piştî êrîşeke artêşa Sûriyê bû ku di encama êrîşê de 36 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye