Li gorî çavkaniyên xwecihî, şeva borî artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gundê Eyn Deqne, Bîlûniye û Meranaz yên devera Şehba li bakurê Helebê ku dibin kontirola hêzên YPGê û Artêşa Sûriyê de ne topbaran kirin.
Heta niha tu agahî li ser ziyanên topbaranê nehatine zanîn.
Zanyariyên xwecihî ji navçeya Til Temir a Cizîra Rojavayê Kurdistanê, diyar dikin ku îro Sêşemê, careke din Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundê Derdare li bakurê nahiyeya Til Temir û gundê Til Şenan û derdora wêstgeha elektrîkê ya gundewarê Til Temir, ku nêzîkî binkeya Rûsî ye, li bakurê Til Temir, topbaran kir.
Berî 2 rojan jî artêşa Tirkiyê û çekarên Artêşa Azad 3 gundên Til Temirê topbaran kiribûn û di encam de jinek birîndar bibû.
Ji roja Yekşemê ve (15/08/2021) artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, bi topan êrîşî navçeya Til Temir dike.
- Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar bi dehan topên hawinê avêtine gundên Derdara, Um El Kêf, Qibûr el-Qeracine, Şêx Elî û Miselte.
Ne tenê navçeya Til Temir, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê, gundê Til el-Werid, ku 4 kîlometreyan dûrî bajarokê Zirgan e, topbaran kir.
Di encama van êrîşan de, ku ji 4ê vê meha Tebaxê ve hatine destpêkirin, 2 jin birîndar bûne.
Ji bilî topbaranan, di navbera HSDê û çekdarên opozisyona Sûriyê de, şerekî dijwar li wan navçeyan derket.
Bi derketina şer, pêleke koçberiya navxwe li gundên girêdayî Til Temir û Zirgan destpê kir.
Li gor serjimariya hikûmeta Sûriyê, sala 2010an, hejmara neşteciyên Til Temir 50,000 kes bû, piraniya wan ji pêkhateya Xiristiyan bûn.
Lê piştî krîza Sûriyê û êrîşa DAIŞ li ser wê deverê, hejmara Xiristiyanên Til Temir, tenê 200 malbat ma, hejmara wan tenê 500 kes e.