Artêşa Tirkî gundewarên Minbic û Til Rifetê topbaran kir

.

Artêşa Tirkî, gundewarên bakurê rojhilatê bajarê Minbicê û yên derdora navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker, ji baregeha li gundê Qîrata yê bakurê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê bakur-rojhilatê bajêr, bi hawinan topbaran kir.

Heman çavkaniyê da zanîn, beriya wê bi çend saetan, artêşa dagirker gundê Ereb Hesen ê Mezin jî kiribû armanca êrîşên xwe.

Herwiha, gundê Şêx Hîlal, Şêx Îsa û derdora navenda navçeya Til Rifetê jî ji aliyê artêşa Tirkî ve bi dijwarî hat topbarankirin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye