Artêşa Tirk, Kobanê jî topbaran dike!

Artêşa Tirkiyê gundên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jî dide ber topan. YPGê ragihand, ku ew jî bersiva wan êrişan didin.

Tê gotin ku artêşa Tirkiyê gundên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jî dide ber topan.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê dibêjin, ji nîvê şeva borî ve artêşa Tirkiyê dever û gundên sînorî yên Efrînê dide ber topan.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirkiyê îro çend gundên ser sînor yên Kobanî jî dan ber topan û topbaran heta niha jî didome.

YPGê ragihandiye ku ew jî bersiva wan êrişan didin.

Tirkiye gefa wê yekê dixwe ku dê êrişî Efrînê bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin