Artêşa tirk herêma Heftenîn û Garê bordûman kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Heftenîn û Garê bordûman kirin.

Sererkaniya Artêşa Tirk daxuyaniyek belav kir û ragihand ku firokeyên şer îro deverên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, Heftenîn û Garê bordûman kirin.

Di wê daxuyaniyê de hat îdîakirin ku gelek binke hatine jinavbirin û 8 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Di êrişên artêşa tirk ên li ser herêmên sînorê Başûrê Kurdistanê de, heta niha bi dehan sivîlan canê xwe ji dest da.

Di heyama 3 salan de ji ber êrişên Tirkiyê li herêma Kanîmasî 36 gund hatine valakirin, welatiyên li herêmê jî nikarin ji ber wan êrişan derkevin zozanên xwe û karûbarên xwe pêk bînin.

Herwiha berî niha hatibû ragihandin ku Bexda dê operasyon û êrişên Tirkiyê yên li nav sînorên Herêma Kurdistanê bixe rojeva Netewên Yekbûyî (NY).

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin