Artêşa Tirk gundên Efrînê topbaran kirin

Artêşa Tirk gundên Efrînê û herêmên Şahbayê bi dijwarî topbaran kirine; di encamê de 3 kes hatine kuştin, 6 kes birîndar bûne.

Li gorî ANHAyê artêşa Tirk gundên Efrînê û herêmên Şahbayê bi dijwarî topbaran kirine; di encamê de 3 kes hatine kuştin, 6 kes birîndar bûne.

Şevê din artêşa Tirk gundên Cilbir û Îska yên girêdayî navçeya Şêrawa û Qestel Cindo û Merenaz ên navçeya Şera yên Efrînê, her wiha gundên Şêx Îsa, Til Rifet, Bêlûnê û Kefer Enton ên herêmên Şahbayê, bi dijwarî topbaran kirine.

Di encama topbaranê de 3 welatî ji malbateke gundê Kefer Enton hatin kuştin û 6 welatiyên in jî birîndar bûn. Her wiha gelek malên şêniyan hatin rûxandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin