Artêşa Iraqê li Kerkûkê çend xalên serbazî vala kirin

.

Li Kerkûkê çend xalên serbazî hatin valakirin û ji ber vê yekê tirs ketiye dilê welatiyan, ku DAIŞ êrîşî gundên wan bike.

Firqeya Çardeh a ser bi operasyonên Neynewa, ku çend xalên serbazî li gundê Şehelê Kevn û Sêbîran ên li sînorê bajarokê Sergeran danîbûn, vekişiyan û tirs li nav welatiyan belav bûye û ji ber vê yekê çendîn malbatên Kurd ji gund derdikevin.

Nûnerê cotkarên Sergeran Mihemed Îsmaîl ji K24ê re diyar kir; vekişîna wan hêzan ji nişka ve bûye û sedema vê jî ne diyar e. Herwiha destnîşan kir; tiştê qewimî pêşhateke xirab e û spartina xelkê bi DAIŞê ye, ku bi awayekî berdewam li wê deverê gefê dixwin.

Mihemed Îsmaîl ji parlamenter û nûnerên Kurdan daxwaz kir ku çareseriyek ji vê rewşê re bibînin û bigihîjin hawara xelkê, çimkî niha xelkê gund bi neçarî koç dikin û gundê xwe vala dikin.

Beriya du şevan, DAIŞê êrîş kiribû ser gundê Şehelê Kevn û welatiyek revandibûn û heft welatî jî birîndar kiribûn.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin