Artêşa Iraqê daxwaz ji PKKê û hêzên ne qanûnî kir ji Şingalê derkevin

.

 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya artêşa Iraqê tekez dike ku divê hemû çekdar û hêzên biyanî û ne qanûnî ji Şingalê derkevin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya artêşa Iraqê, Tehsîn Xefacî di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, ji bilî hêzên ewlehiyê yên fermî, bi ti awayî rê nayê dayîn ku komên çekdar li nav Şingalê bimînin.

Xefacî destnîşan kir, fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê, Mistefa Kazimî rijd e li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, ku di 9 Cotmeha borî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye