Vekirî ye ku hebûna Kurdistan a Federal bi xwe kelemek e di çavên dagirên Kurdistanê de û di her fersendî de dijîtî û dijminatîya xwe nîşan didin. Ev qerekterekî xwezayî ya dagirkerîyê ye. Herweha ji bona astengkirin û pêşî li geşbûnîya wê girtinê jî, dijberîtî û nakokîyên navbera xwe didin alîyek û li dijê Kurdistanê tim hevalbendên hevbeşin.
Lê taybetmendîyên êrîşa dewleta mêtinkar ya Rejîma Îslamîya Îranê hinek taybetmendîyên xwe hene. Îran ji ber lênêrînên xwe yên mezhebî tim Îraqê wek perçeyekî xwe dîtîye û li ser jîyan û paşeroja wê xwe tim mafdar dizane. Ji ber wê jî ji alîyek hebûna Kurdistana Federal li ser Îraqê jî û li ser xwe jî bûyerek metirsîdar dizane. Ji ber vê jî bêyî veşartin, di hemû têkilîyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de xwedîyê helwestek dijberê herêmê rawestîya ye, dekûdolap li dijê kurdan amade kirîye. Bi qasî karibûye, timî destdirêjî di karên navxweyî yê herêmê jî kiriye.
Lê di pêvajoya şerê Emerika- Îsraîl û îranê de, vê dijminatîya Rejîma Îslamîya Îranê ji bona xwe wek fersendekê bikaranîye.
Kurdên bi rêxistinî yan xweser ku ji ber zordarî û hovîtîya rejîma mêtinkar a Îslamî xwe dane alî, gelek ji wana li Herêma Kurdistan a Federal bicîh bûne; li wê derê disitirin. Gelek endamên Partîyên Kurdistan a Rojhilat jî bi malbatî li wan kampên penaberan dijîn. Bicîbûn û jiyana wan ya li Kurdistana Federal li gora prosedura Neteweyên Yekbûyî NY tê domandin.
Li gel vê, piştî rûxandina Rejîma Baasê, hêzên Hevgirtina Navdewletî, di bin serkêşîya Emerîka de li Îraqê û Kurdistanê bicîbûne, ji bona parastin û ewlehîya deverê erkên xwe didomînin. Ez dikarim bêjim ku cîyê daxê ye lihevkirin û yasayên Neteweyên Yekbûyî ji ber ku li ser berjewendîyên dewletan hatine avakirin, berjewendîya dewletan di ser hemû mafên civatan, neteweyan, mirovatîyê, jîngehê û hwd ve tê girtin. Ev egerekî gelek metirsîdar e li hember welat û neteweyên wek Kurd û Kurdistanê. Bi dek û dolabên gelek asan, dikarin rêxistinên Kurdî wek terorîst bidin nîşandan ku hemû yasayên NY parastina dewletan bingeh digirin û êrîşên ser gelê me, welatê me ji xwe re meşrû dibînin.
Îranê di pêvajoya vî şerî de, ji dewletên hevalbendên Emerîka pirtir bi dron û mûşekan êrîşî Kurdistana Federal kir. Bi van êrîşan kurdistanîyan gelek birîndar û şehîd dan, gelek wêrankarî, şewat û têkçûna jîngehê jî bi ser de…
Mafê parastina Dewleta xwe ya di bin perdeya yasayên NY î de, di êrîşa li ser neteweya Kurd ku bi hovîtî, zordarî, kuştin û birindarkirin dibîne.
Li gorî yasayê, Kurdistan a Federal perçeyek e ji Dewleta Îraqê! Ger em kêşeyên din deynin alîyekî, Dewleta Îraqê, di warê leşkerî de çekên pêwist nade Pêşmergeyên Kurdistanê û parastina hewayî jî li xwe nagire. Wer xwanêye ev êrîş li hesabê Îraqê bi xwe jî tê!
Emerîka li herêmê çalak e, lê di hemî polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî yên bi Kurdistanê ve têkildar, li gorî berjewendîyên Dewletên herêmê tevdigere, wan bingeh digire. Ji ber wê jî di warê parastina Herêma Kurdistanê de, li hember dewletan bêdeng e. Ev jî destdirêjîya van dewletên dagirker dijwartir dike.
Êrîşa ser Ofîsa Serokwezîrê Kurdistan a Federal, çirandina wê yasaya NY î ye jî, ji ber vê reaksîyona li hember vê êrîşa hovane, ne li gorî pêwistîyê be jî hinek deng veda. Em zanin ku Emerîka li gora lihevkirian dest bi vekişîna ji Iraqê kirîye, lê vê vekişînê di bingeh de çi lixwe digire ne zelal e. Îranê bi vê êrîşê sihêtîyek kir: “ka gelo Emerîka heta çi radeyî wê parastina Herêma Kurdistanê li xwe bigire!?”
Bêguman weka ku Serokwezîrê Kurdistana Federal Birêz Mesrûr Barzanî jî diyar kir; “eger Emerîka vekişe û parastina hewayî ya Herêmê li xwe negire, ev rê li ber êrîşkarîyên dewletan xweş dike û dikare bibe egerê karesatek metirsîdar!” Lê diyar e ku Emerîka ji ber berjewendî û hesabê paşerojê, çend hesabê dewletan bike jî nikare Herêma Kurdistanê ji çav derxe.
Ji alîyê din ve Dewleta mêtinkar li ser navê xwe û hevalbendên xwe yên mêtinkar, çavtirsandinekê dide Kurdistan a Federal ku piştgêrîya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li perçeyên din neke.
Bêguman Qeleya ku hatîye avakirin qeleya neteweya Kurdistanê ye û tu êrîşên dijminan nikarin wê Qeleya Kurdistan a Federal birûxin û yekrêzîya miletê me bişkînin.
Bijî Kurd Bijî Kurdistan.
Kurdistan a Federal wê her kelemek di çavên mêtinkaran de bimîne.
20-08-2026
Baran Boskan