Arinç bersiva bertekên Erdogan da

.

Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç, ragihand ku bertekên Erdogan ên ji ber gotinên wî yên derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de ew rencîde kiriye.

Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç piştî ku

Serokomarê Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahattin Demîrtaş  û Osman Kavala de de axivîbû û gotibû, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin”, piştî vê yekê Arinç bersiva Erdogan da û diyar kir ku ew ji ber helwesta Erdogan rencîde bûye.

Bulent Arinç ji medyaya Tirkiyê ragihand ku îdiayên dibêje wî dest ji posta Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê berdeya ne rastin.

Arinç got: “Ez mirovekî hestyarim, axavtina duh ez gelek rencîde kirim. Birêz Serokomar axavtineke gelek dijwar kir. Hinek îdia hatine belavkirin ku min dest ji kar bedeya, lê ji niha ew îdia rast nînin. Ez weke kesên din li ser twitter û Instagramê dest ji kar bernadim. Ez bixwe dê derbarê rewşê de ligel birêz Serokomar bicivim.”

Arinç da zanîn ku ew dê piştî hevdîtina ligel Erdogan biryara xwe bide û got: “Birêz Serokomar îro li Stenbolê bû, dema hat Enqerê ez dê ligel hevdîtinê bikim û piştre jî biryara xwe bidim. Ez dixwazim ji wî bibihîsim ka di vê rewşa heyî de çima ew axavtin kir. Muhatabê wê axavtinê ez bûm û eger pêwîst bike ez dê bibêjim vaye nameya destjikarberdana min.”

Pêştir Bulent Arinç ku yek ji damezrînerên AK Partiyê ye di dema beşdariya xwe ya di bernameyeke televîzyonî de, behsa dosya derbarê Demîrtaş û Kaval de kiribû û gotibû divê bêne berdan.

Derbarê pirsa Kurd de jî Arinç gotibû, “Yek ji mezlûmên vî welatî Kurd in. Bûyerên sala 1980an li Zindana Amedê, paşê divê em hemû ji çîrokên “Devran” bixwînin. Di proseya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ev jî bê berdan. Divê dadgeh, dadger azadîxwaz bifikirin.”

Erdogan li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Kavala û Demîrtaş de axivîbû û gotibû, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û gotibû, “Em ti caran bi kesên wek Kavala re li gel hev nabin” û amaje bi bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an kir û diyar kir, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”

 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest