Di gotina rûspiyên Kurdan de (meteloka Kurd) têye gotin ku:”Aqil tacekî zêrîne, belê li serê hemî kesî de nîn e!..” Serenavê gotarê jî ew wek nivîsandina min de an jî gotinek di nav Kurdan de têye gotine! Gotinek navûdeng (maruf) heye û dibêjin:”Kese ku beje min gotinek nû axaft, tu bizane ku ew gotin, gotinek kevn hatiyê axaftin e!” Naveroka ew gotinina, gotinên hêja ku ew di ciyê xwe de ne! Dema salên 1980’yî de min li ser gotinên rûsîpiyên Kurdan (Matelokên Kurdî) kar dikirî, wê demê di dest min de li dervayî welat çavkanî kêm bûn! Li welat jî hêdî hêdî lêkolînerên Kurd li ser vê mijarê berhemên hêja di afirandin. Dema ez dibêjim de mamosteyê hêja Prof. Dr. Jemal Nebez (1933– 8 Ocak 2018 Berlin) ji min re di her alî de dibû alîkar! Dema min “Gotinên Pêşiyan Yên Kurdî” qedand şunda, min xwest ku, ew jê re pêşgotina wê binivisîne! Gorbehîşt di pêşgotina pirtûkê ya di sala 1992 an da hatî nivisî de wûsa dest bi pêşgotina xwe kirye:”Gotinên Pêşiyan yên mîna efsane, destan (çîrokên Gernas) û çîrokên gelerî, beşek gelek girîng û berfireh ye, ji wêje û folklora Kurdî!” (1)
Li gor baweriya min Kurdologên wek Margarita Borissowna Rudenko (1926–1976) Li Petersburgê xebatên giranbuha li ser wêjeya Kurdî kirine. Oryantalîst Alexander Jaba (1801-1894), dema Konsolosê Uris li Erzurumê dixebitî, gelek destnivîsên Kurdî ji wenda bûnnê parastine û bi xwe re birine pirtûkxaneya Qiraliyetê ya li bajarê Petersburgê. Vladimir Fjodorowitsch Minorski (1877–1966) jî Kurdolog û Oryantalîstîkî Urus bi nav û deng e! Di Kongireya Kurdologan ya di sedsala 20‘an de bûyî cara yekem li ser ziman û çanda Kurdan lêkolîn, dîrok, etnografya û li ser zimanê Kurdî agahiyên fireh pêşkêşî komcivînê kiryê!.. Zimanzan û Kurdologê Kurd yê mezin Prof. Dr. Qanatê Kurdo (Kanat Kalaşeviç Kurdoev - 1909 – 31 October 1985) Li Zaningeha Petersburgê -Leningirad- de serokê Kurdolojîyê bû! Wî jî gelek berhemên giranbuha afirandine! Ji wan berheman ji bo bêne çapkirin û weşandin bi daktîlo nivîsa „Dîroka Wejeya Kurdî“ û „Rêzimana Kurdî“ her dû berheman dema ewna ketin destê min, xwendina wan hinek dijwar bû! Min nûçeyek ji mamostera nardî! Çi bo çi tekst ne baş hatina nivisîn? Bersiva mamoste wê demê bala min pir kişandî bû ser wê bersivê! Digot:“Daktîloya min kevn e! Hin tîp (herf) ji bo bo ku pir hatina bi kar anîn! Ew baş namêşin. Mın ewna bi têl hevdû zeliqandine! ..“ Serokê Kurdolojîya Lenîngiradê ya wê dema ku me jê pir tişt hêvî dikir, ew Welatê Sovyeta Sosyalîst ji profesorê xwe re dektîloyek nekirî bû! Dema xortaniya xwe de me di Komela Xwendekarên Kurdistanê de kardikirî , me hevalan biryar girt ku ji mamosteyê hêja re „Daktîloyek Olimpiya“ bikirin û jê ra bişînin! Wê demê şunda tekstên mamostê bi nivîsandinên tekûz dihatin dest min! Bi rêyek wûsa ew berhemana bi tîpên Latîni hatin weşandin û belav bûn!..
Li Ermenistan, Moskow û li Lenîngiradê Kurdologî li gor welatên dîn pir pêşda bû. Ji ber ku li Ermenistanê ji dibistanên seretayî heya zanîngehan bi Kurdî perwerde dihat kirin! Ji wan mamosteyan yek jî gorbehîşt Prof. Dr. Heciyê Cindî (Hajiye Jndi 18 Adar 1908, Kars - 1 Gulan 1990) bu ku, wî bi berhemên xwe yên li ser Kurdologiyê nivîsandin navê xwe di nav Kurdologên mezin de ciyê xwe girtî bû!..
Kurdologên hemdemî yên îro di nav me de dijîn bi sedan heya mirov dikane bêje bi hezaran hene. Ji bo ziman û çanda Kurd ewna karên hêja dikin û diafirînin! . Bi sedan doktoreyên zanistî li ser ziman, çand û dîroka Kurdistanê hatine nivisîn û weşandin! Ji wan zaneyên Kurdologiyê yek jî Prof. Dr. Martin van Bruinessen (10. Tîrmeh 1946 in Schoonhoven, Holand) e. Wî sosiyologî xwediye. Li Tirkiyê li bajarê Enqerê zanîngehê de li ser zimanê Tirkî lêkolîn çêkirine. Paşê Kurd nasîne! Bi navê „Axa, Şeyh û Devlet- Agha, Shaikh and State“ berhema xwe ya li ser civata Kurd ya ku naveroka xwe ya civakî (sosiyal) û rêzanîyê de (polîtîk) aşîret û şeyxîtiyê ku peymendiya xwe bi ya dewletê va girêdayî, wî ew ji xwe re kiryê mijara berhema xwe ya giran bûha!.. Mamoste Martin van Bruinessen Zimanê Kurdî jî dizane! Zimanzan ew bi gelek zimanên biyanî (yad) zanînê têye nasîn. Wextikê xwest ku li Berlînê beşê Kurdologiyê di zanîngeha „Freie Universität Berlin“ de ava bike! Lê serneket! Ji ber ku di dîrokê de Elman û Osmanî, paşê jî dema Hitler de bigir heya Komara Tirkiyê saz bûyê, Elman û Tirk her dem bûyîne alîkarê hevûdu!.. Mamoste salên xwe yên dawî li Asyaya dûr de di nav civatên hindik têne nasîn de kar dike!.. Dema ew li Berlinê dijît, bi Mamoste Jemal Nebez re jî danîn û sitandinên xwe bûn! Mirovên bi zanist re mijûl dibin, ewna hincaran hevûdu baş napejêrin!..
Dema navê Mamoste Nebez derbas dibe çendek gotinan jî, ji bo Mamoste bêjim!.. Mamosteyê Mamostan Prof. Dr. Jemal Nebez, ew belku Kurdologê li cîhanê yê herî mezin bû! Lê ew di aliyê xwe de mirovekî xwe veşartî bû! Nadixwest ku zanîna xwe her dem bîne pêş! Qasî mamoste kesên zimanzan û zaravayên Kurdî û zimanê “Awesta” dinasîn û dizanîn di nav zimanzaneyên cîhanê de hindik bûn. Wî pir zanîngeh qedandî bûn! Bes ne tene filolog, wî di salên 1950 î de cara yekem pirtûkên Matematik, Fizikê û kîmya jî amade kirine û li Kurdistana Başûr dayîn weşandine. Ew polîtolog û dîroknas bû jî! Wî di 8 saliya xwe de Qur’an jî xitm kirî bû! Ji ber ku bavê wî oldarekî Kurdan navûdeng li navçeya Silêmaniyê bûye! Lê aliyê wî yê lînguîstîkî (zimanzanistî) ew ji beşên dîn yên zanist hemiyan zêdetir bû!.. Ji zimanên hemdemî Farisî, Erebî, Elmanî, Îngîlîzkî, Tirkî û Zimanê Osmanî wek zimanê Kurdî baş dinasîn!..Di aliyê Germanistikê de rêzimana Elmanî hindik Elmanan qasî wî dizanîn! Mamoste Nebez pîtolekî (zana, filozof) Kurdan hemdemî bû, ku Kurdan qasî zanîna wî ya heyî jê sûd wernegirtin!.. Mamoste li ser ferhenga Kurdî ya etîmolojîk jî kar dikir! Ferhengek gor ne dile wî bû jî lê ew dîsa weşand! (2)
Mamoste Nebez, ew mirovekî bi teybetmendiyên xwe dihat nasîn! Mutewazî û hûrmetgîr bû. Bêtir zarok û jinan re hurmeta xwe nîşan dida! Serçavên xwe her dem paqij bûn! Kincên ser wî jî her wûha her dem wek hev bûn! Ew mirovekî li dijî serok û kevneperestiya Kurdistanê bû! Serok Komarê İraqê Mam Celal Talabanî dema li Berlinê nexweşxanê de bû, min nikarî bû, ku mamoste bibim rewşa wî em jê bipirsin! Ji berku herdu hevalên hevûdu xortaniyê bûn. Demekê jî di girtîgeha Bexdadê de tev mayî bûn! Mam Celal, Dr. Kemal Fuad, Mamoste Jemal Nebez di xortaniya xwe de tev çalekiyên Kurdewariyê li bajarê Bexdayê kirî bûn!.. Mamoste rêvaberên Kurdistana Başûr bi tundî pir rexne dikir! Hincaran min jê dipirsi, ji bo çi tu ewqas li dijî wan e? Digot:”Ew kefa xwe dinêrin! Hatina Kurdistanê di nav xwe de parva dikin! Gundi û karkerên Kurdistan di nav pêrişaniyê de dijîn!” Çi ferxa wan bi ya dagirkeran heye?” hwh. digot…
Li dijî Sosyalîzma Sovyetê, ez pir rexne dikirim! Wî wekhevî û yeksaniya Mazdek diparast. Di bernameya Partiya Qajîk’de rêbaza Mazdek diparast û serokê wê partiye bû… Mamoste Nebez pir zîrek bû! Aqilê xwe ji bo berjewendiya xwe bi kar ne anî! Ji bo rastiya xwe dema zanîngehê da profesor bû, dixwest ku mamosteyên dîn jî wek wî kar bikin! Dema bala wan dikişand, ewna jî diqehrîn! Dawî de hemî bûne yek, mamoste ji zanîngehê derxistin!
Zimanzanayê hemdemî li gor Mamoste Nebez, wî pêwist didît ku, di Ferhenga Kurdî Ya Nûjen de qasî sêsed hezar (300.000) bêje (peyv, kelîme) yê ciyê xwe bigirin!” digot!.. Ew tê wê wateyê ku ferhenga Kurdî jî qasî ferhenga zimanê Îngîlîzkî dewlemend e!..
Gotina serenavê vê gotarê: “Aqil di seriyê mirovên baqil de hêja ye!..” Ew gotina ne metelokek Kurdî ye! Lê ew qasî metelokek Kurdan jî bi wate ye! Kurd û Kurdistan, bê ziman welat ava nabin! Avabûna welatan bi aqil û feresata mirovên baqil serdikeve!.. Ew gotina li jor ya serenav gelek di ciyê xwe de ye. Ji berku aqil û zana bûn, dema di serê kesên jîr, jêhatî û zana de be, wê demê bêtir hêja û bi rûmet dibe!..
Aqil bes ne tenê zanîn e! Bi kar anîna aqil, dema ew di ciyê xwe de be, wê deme ew hêjatir dibe!.. Kesên ku aqilê xwe di ciyê karên hêja de bi kar tînin, ewna dikarin ku jêhatî bûnê bikin rêberê jiyana gele xwe ya rojane jî!.. Ji bo wê ye ku, mirovên baqil, kesên ku aqilê xwe bi kar tînîn, ewna dikarin ku jêhatîbûnê bikin rêberê jiyana gelê xwe jî!.. Ji ber vê ye ku, aqil di sere kesên ku aqilê xwe di ciyê bi kar be da rast pêk tînin, wê demê ew dibe sermayeyek herî mezin!.. Rûspiyê Kurdan gotine:” Aqil di serî de ye, ne di dirêjahiya çekan de ye!..” Ji vê meteloka Kurdî de mirov fehm dike ku, aqil û zanîn dema di seriyê mirovên fehman de bet, wê demê ew digîhîje armanca xwe ya rast!..
Ev gotina pêşiyan ya Kurdî de „Aqilê sivik, barê giran!“ Di vê meteloka Kurdan de ew dîsa behsa girîngiya aqil, zanîn û hişyariyê dike!.. Kesên ku bê aqil, an jî kêm aqil bin û nezaniyê bikin, ewna tûcaran nikarin ku rêberiya gelê xwe jî bikin!.. Rêberiya kesên nezane, ewna di dawiyê de barekî giran li ser milê gelê xwe bar dikin û jiyana heyî jî têkdibin û dijwartir dikin!.. Di jiyana mirovan de jî mirovê ku aqilê xwe sivik û kêm be, di her karûbarên xwe de nezaniyê bike, ew kiryarên wî yên nezane di dawiyê de li ser serê wî/wê û jiyana wî/wê dibin barekî giran! Her dem li pêşiya wî/wê karên dijwar derdikevin! Jiyan li wan kesan dibe dojeh (cehennem)!..
Di seriyê mirovên baqil de, aqil û zana bûn, ewna bi aqilê xwe rehet dikin û kêm-aqiliyê naxin stûyê xwe. Ji bo vê ye, ku mirovên (jin, mêr) nezan li ser pişta yên zane her dem wekû bar in!.. Kesên nezan hin caran harin û piştgirên neyarin! Herwûha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e. Dema aqilê wî kêm be û nezan be, bi wê nezaniya xwe bandorek neyînî dide gel û welatê xwe jî!.. Aqilê sivik her tim astengiyan derdixe û nikare pirsgirêkan çareser bike. Mirovê ku aqilê wan kêm be, an jî kêm bişixule li ser pişta mirovên dîn dibin bar!..
Ji bo vê ye, ku mirovên nezan li ser pişta yê zane her dem wek bar in!.. Herwûha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e. Dema aqilê yekî an jî yê yêkê kêm be û nezan be, ew nezanîna xwe dike nava tevgerê û kar jî!.. Lê ji ber ku nezan e, ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê (gêjgerîna avê) rast tê, nikare jê derkeve!..
Mirovê nezan li gel neyaran jî, ji wan re dibe alîkar! Li ser pişta yê zane jî her dem ew dibe bar!.. Herwûha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e! Dema aqilê yekî an jî yekê kêm be û ewna nezan bin, bi wê nezaniya xwe, ewna her dem zirarê didin karê dikin!..
Yekîtiya seranserê welat, kî dizane, roj were yê serkeve! Wek dema îro yekbûna Kurdên Rojhilat, ewê dengê xwe bide hemî welat!.. Çendek heftan li ber vê di xwepêşandanan de dihat gotin:“Rojava, Rojhilat e! Kurdistan yek welat e!“ Ew duruşmeya bi qedrûqîmet ji aliyê kêm aqilan va hate pûçkirin! Gelo çi bû ku ew hêviya mezin yekcar nizm bû?!. Dawî de hate pûçkirin?!. Riya Azadiyê û serxwebûnê yê bi yek hêz, bi yek deng û bi yek ala yê serkeve! Di nav gelê Kurd de pêwiste ku serokek jî pêşengiya tevgera azadîxwaz bike! Hêdi xîret li ser milê hêz û serokên Kurdan maye!..
Îro dema Kurd tê de, ew rewş qet bê aqiltiyê nahewîne û napejêrîne! Pêwiste ku hemî Kurd mil bidin hev û bi tev bimêşin! Bi yek dengî, dengê xwe bilind kin! Di bin ala Kurdistanê de ber bi pêş bimêşin!.. Rojên azad di yekitiya gelê Kurd de ye!..
Çavkaniyên gotarê:
- A. Balî, Gotinên Pêşiyan Yên Kurdî, Weşanên Pelê Sor, 1993, İstanbul
- Prof. Dr. Jemal Nebez, Ferhenga Kurdî ya Etîmolojîk, 2008, Elmanya
- Kovar û rojnameyên Kurdî de berhem û karûbarên Mamoste Jemal Nebez di derheqê metelokên Kurdî de.
Têbînî: Zimanzan û Kurdologên hêja! Di gotarek wûsa de behsa we hemiyan nekirin ji ber ciyê gotarê derfeta dirêj rê nade! Bes navê Kurdologên cîhanê lêra hemiyan em binivisînin, ewê dû-sê rûpelan bigirin! Hûn her hebin ku, di xizmeta Kurdologiyê de we karên hêja afirandine!..
A.Balî ji we hemiyan re silav û rêzên xwe rê dike!!!..Ji ber ku salên min pir derbas bûyîne! Îro pêda gotarên min yê hindik bibin!.. Ez , we pê agahdar dikim.
Li gel silav û rêz!..
11 Adarê /2026
Abuzer Bali Han
(Mamosteyê Zimanê Kurdî)