Rohat Denîz
Di van demên dawî de, di derheqê Apo de meraqa min zêde bû, min hinek lêkolin li ser wî kir. Her çû ez şaş û matmayî mam. Di tevdê têkiliyên wî de tiştên ecêb hene. Wekî Apo dibêje, hemî tiştên wî eşkere û zelal in. Bi rastî jî tu tiştên wî yên veşirtî tune ne. Tu ferq di nava gotin û kiryarên îro û yên doh de tune ye.
Di mijara pera de çend tiştên bala min kişandine:
Apo, tucarî kêmasiya pera nekişandiye. Gava li tapo-qadastroya Amedê dixebite, ji axa û began ruşwetê distine. Ji bîr nekiriye, di mehekê de bi qasî sê-çar qatê mehana wî pere ji rişwetê/bertîl digihîje destê wî. Bi ya wî, wî “ruşwet bi armanca ku ji bo şoreşê bikar bine stendiye” û bi vê armancê jî bi ûjdanê xwe daye qebul kirin ku “ruşwet tiştekî rewa ye”(!) “Perê ku bavê wî ji bo xwendinê dide wî ji bo serhildanê bikar aniye, ev perê ruşwetê jî wî ji bo şoreşa tevahiyê bikar aniye. Wê ji bo xweşî û başiya welatê xwe xerc bikira.” Li gorî gotina wî, “rişwetê Kurdistan xera û wêran kiriye û vê ruşwetê ew bi raman kiriye, têkiliya wî bi Kurdistanê re ava kiriye.” (E. Ocalan, Ziman û Çalakiya Şoreşê)
Lı gor Uxur Mumcu, dema ku Apo zanîngeh dixwend, şagirtên temenê wan 21 û zêdetir nikarîbûn burs bistendana, lê Apo di 22 saliya xwe de ji bo sê sala bênavber burs stendiye, yan jî dane wî. Şagirtên ketine nava çalakiya bi tu awayî nikarîbûn burs bistendana û ger burs bistendana jî dihat qut kirin, lê ya Apo nehatiye qut kirin, ji sala 01.11.1971ê heta sala 01.11.1974a bênavber burs stendiye. (U. Mumcu, Dosya Kurda)
Dîsa li gor gotina wî, Pîlot, li gorî rewşa wê demê, bi demetan pere tanî û li wan xerc dikir. Ji wan re gotiye: perê pîlotiya min e, para min ya erdê gund e, para min ya mîratê ye, ji wan re aniye. Ji bo vê yekê Apo ev pere qebul kirine. Ne tenê wî, hevalên wî jî tev dibirin restoranê xwarin, vexwarin û şêranî dida wan. Kî bihata doza xwarin û vexwarinê lê dikir. Bi xêra Apo zikê xelkê têr dibû. Bi ya wî, çîroka ku Uxur Mumcu dibêje, “dewletê PKK xwedî kiriye” ev e. (M. Sayan, Erkeği Öldürmek - Kuştina Mêrî)
Îsmet Îmset dibêje: “di carekê de bi qasî 200 000 lîrayê Tirkî pere dane Apo.” Li gor wê demê perakî baş e, sê taksî pê dihat kirîn. Ev pere ji “hesabê veşirtî (örtülü ödenek)” digihaşt Apo. Apo dibêje: ”Ger lêkolinek baş bête kirin, pereyên ku bi rastî gihaştiye destê min pir pirtir e. Dêya wî çend metre qumaş jê dixwaze, lê dibe int ji wê rojê vir de tu tiştek nedaye dêya xwe.” (E. Ocalan, Ziman û Çalakiya Şoreşê) Çend metre qumaş nedaye dêya xwe, lê S. Çurukkaya jî jê bi gazin e, ew jî dibêje: “Apo ewqas pere distend, lê rojekê ez nebûm şahid ku Apo heqê çayekê, xwarinekê yan mesrefek havalan daye.” (Xanî Tv.)
“Hemî rêxistinên din têkçûn, bi tenê ez mam. Ez çawa mam? Min şer geş kir û min bi derfetên dewletê yên şênber gelek rê li dû xwe hiştin.” (E. Ocalan, Ziman û Çalakiya Şoreşê)
“Gava ez bi rêketim, li dû min Kurdek tune bû, eşîretek tune bû, perê min tune bû. Bi bursa xwe, bi mehana xwe û hinek pêdiviyên din jî bi rêya dewletê min tedarik dikir.” (Notên Îmralî, 2025)
Li gorî Apo, “dewletê zeîfbûna wî ya li hember pera û jina (mijara jina û Apo jî balkêş e) tesbît kiribû. Li hêlekê Pîlot (pere) û li hêla din jî jin. Heta ku tu bixwaze pere heye; te divê çepgirtiyê bike, te dive Kurdîtiyê bike. Li hember te jineke bi bejn û bal û bedew heye. Kî kare di wê rewşê de têk neçe?” (E. Ocalan, Ziman û Çalakiya Şoreşê)
“Rêxistinên din tev têkçûn, ez çawa mam?“ Yê herî lewaz ez bûm, ez çawa filitîm û bi serketim? Gelo bersiva vê pirsê, dîsa eşkere û zelal ne li cem Apo ye? “Bi derfetên dewletê yên şênber (pere, çek, jin, xwarin/vexwarin, endam, mekînên teksir û fotokopî û gelek tiştên din), min şer xurt û geş kir, di duwazde salan de min gelek rê li dû xwe hişt.” Ji M. Sayin re dibêje; “Min bi pere û çekên dewletê PKK avakir.”
C. Talabanî dibêje; PKKê Peyman bi payebilindên artêşa Iraqê re îmze kiribû. Di van peymanan de, wê PKKê di derheqê pêşmergeyan de agahî tomarbikira û bida artêşa Iraqê, ji bo her operasyoneke li hember pêşmerga, wê PKK pere û çek ji artêşa Iraqê bistenda. (Bi ya min PKK tune ye, hemî tişt Apo ye) Endamên PKKê li cem Filîstiniya bi Îsrail re şer dikirin, Filistîniya ji bo şervanên PKKê pera dişandin ji Apo re.
Bêguman têkiliya pera û mirov kesayeta mirov nişan dide. Mirov ji kê pera bigre, mirov ji wan re dixebite. Kes belaş pera nade kesî. Pere ji bo kar û xebatekê tê dayin. Wekî Apo gotiye, “ruşwetê Kurdistan xera û wêran kiriye.” Lê ruşweta herî mezin Apo stendiye û xerakirina herî mezin jî wî kiriye.
ÇAVKANÎ
Abdullah Öcalan (1996), Devrimin Dili ve Eylemi, Weşanên Serxwebûn:82.
Abdullah Öcalan (30.05.2025) İmralı Görüşme Notları.
Mahir Sayın (1997), Erkeği Öldürmek, Toprak Yayınları, Bassel.
Uğur Mumcu (1998), Kürt Dosyası, Umay Yayınları, Ankara.
Selim Çürükkaya (2025), Xanî TV.
Talabani, C. (Tarih Yok), facebook, 07.08.2025, https:www.facebook.com /share/v/1GMSY7UMUD