Rohat DENİZ
Apo ev çil-pêncî salin di rojeva Kurda, dagirkerên Kurda û cîhanê de ye. Hemî kes gotinên wî meraq dike û dişopîne. Gelek axaftinên ku ji hêla Apo ve tê kirin wekî nû ye tê zanîn, lê gava em hinekî li dûv xwe binerin, emê bibinin ku axaftinên îro û do mîna hevin, tu cudahî di nabeyna wan de tune ye. Ji roja hatiye girtin û heta îro heman tiştî bilêv dike. Dibêjin îro di doh de veşartî ye, ger em çil-pêncî sal li duv xwe binerin, wê gelek tişt eşkere bibin. Min jî lêkolinek biçûk li ser van çil-pêncî salên borî kir. Min bi tenê kê çi gotî ye û çi nivîsîye ew tomar kir û wergera wan ya Kurmancî kiriye. Kê çi gotiye û çi nivîsiye; bêşîrove, bêrexne, bê ku ramanên xwe tevlê bikim. Ka em tev lê mêzekin:
Piştî Apo tê girtin, di lêpirsînê de dibêje:
Ez di rêça Mistefa Kemalê[1] 1920a de me. Ez, wî ji xwe re minak digrim. Ji serî de armanca min ya ku axê ji Tirkîyê qut bikim tune bû. Hinek yên li cem min xwedî armancek bi vî rengî hebûn, lê min tinazê xwe bi wan dikir. Heta yên ku ji bo dewletê wê bibin xeter, ji dewletê bêhtir min ew qedandin. Min nehişt dewlet têkeve rewşek tengezar. Tiştên ji bo dewletê bibe problem, min tesbit kir û ji bo dewlet hişyar be ez xebitîm. Ger serokatîya me dest navêta van pirsgirêka, wê dewlet têketa nava tengezarîyeke mezin. Hin mirovan berîya min dozek wiha dikirin, min tev ji holê rakirin… (Îmrali Notlari, 2023)
Konseya Serokatîya PKK tev yek in, tevahiya rêxistinê, ez ji kesî re nahêlim. Tev wê têkevin xizmeta Tirkîyê, yên xwedî çek jî. Di nava şeş mehan de binerin. Hinekî ji min re ew bikin… Dibe hinekî utopîk be, ger min tev nexistin xizmeta we. Ha! Piştre hun çi dikin, bi min bikin.
Di demek nêz de, tevî rêxistinê li duv xwe dihêlim -balkêş bin- bernamê jî bidin hêlekê, navenda rêxistinê bidin hêlekê, rewşek ku her demê zêdetir ji dewletê re amade bin, pêşkêş dikim. Niha, divê aqilmendê dewletê vê yekê bibinin...
Bûyera Kurdîtiyê, ezê kûrtir bikim. Ezê pir kûrtir dest bavêjim bûyera Kurdîtiyê û geş bikim, ev xebatana wê Tirkîyê nû bike. Ji Tirkîyê re hewce ye. Di vê mijarê de Tirkiyê ji dewleta xwe dûr ketîye. Civate me jî pir dûr ketîye. Hevalên me pir ketî ne. Ji bo vê yekê ez vana dibêjim. Hinek derfetan ji min re ava bikin, ez vê yekê li gor pilanê xwe, xebatên mezin nişan bidim, dibêjim.
Ez ji we re dibêjim, ez ji xizmetê re amade me. Ez wek lêşkerekî dilsoz di emrê dewletê de me, min bi kar bînin. Ezê Kurda bikim xwîna dewletê ya nû. Li Çolemêrgê ew gundên ku rê pênakeve, yek gotin bi Tirkî nizanin, bêyî xerckirina quruşekî û teqandina guleyekê ezê bikim ku bi Tirkî biaxivin, ezê vê yekê pêk bînim.
Israîl ji bo Kurda bike dewlet hewl da, lê min hevalbendîya Tirkîyeyê kir.
Di esasê xwe de, ez sîyaseteke bi dizî nameşînim û berdewam nakim. Ne carekê, gelek caran min gotiye: ez dijî Kurdistanê me. Yên vê sîyaseta li gor mafên Kurdan dibinin û yên vê sîyasetê diparêzin, dikarin li duv min werin (min bişopînin), yên vê yekê nakin bila bicehemin herin.
Rast e min zerar daye Tirkîyê, lê bihêlin deh qat fêdê bighinimê. Ger em Kurda bi Tirkîyê ve girê nedin, nekin yek, wê têkevin kontrola biyanîyan. Bi mezinbûna Tirkîyê ve wê hemû kes biser kevin. Bihêlin, ez bikim Tirkîyê mezin bibe û qezenc bike. Pêwîst e, em vê pilanê amade bikin. Ezê bi milyona mirovan ji bo Tirkîyê wek derman bikar bînim. Ez, ji we bêhtir di nava azab de me, êşên giran dikşînim. Ka ez çi bikim? Şer bû çê bû, veger tune ye, ne pêkane. Ez soz didim, bi qasî tu kesî nekirîye ezê bikim û ez tu tiştekî jî naxwazim, ne rutbeyekê, ne ev, ne ew, qet… Bi tenê derfetên xebatê dixwazim.
Ezê bikim ku Tirkîyê di nava ciranên xwe de bibe welatekî minak, ezê rumeta wê bilindtir bikim, di demek kin de aborîya wê xurt bikim, wê hemi kes nêzî hev bibin, ezê vana bikim. Ezê gelê rojhilat, bikim xwîna teze ya Komarê. Ger nekim berpisiyar ez im. Wek lêşkerekî dilsoz ezê ji bo we, ji bo dewletê bixebitim. Ji bo çi bi dewletê re nexebitim, ji bo çi, ji bo dewletê ne dilsoz bim? Ez ji Tirkekî bêhtir xwe Tirk dibinim, Tirkekî nijadperest bira xwe ji min bêhtir Tirk nehesibîne. Jiyana min tev bi Tirkî ye. Tirk rehin, Kurd şaxek mezin in. (Ulusal Tv, 1999)
Yalçin Kuçuk jî wiha dibêje:
Niha ez dibêjim, Tirkiyê mezin nebe, wê biçûk bibe; Mûsil bi salan e, bi alîkariya Enqerê dewleta Kurd-Judaîk ava dibe, zû dereng wê Tirkî biçûk bike, çepgir nikarin ji vê yekê re bêdeng bimînin. Pirsgirêk ev e; yek, hûn Mûsilê (devera ku Kurdên Başûr lê dijîn tevî qest dikim) bidin, hun nikarin Amedê (devera ku Kurdên Bakûr lê dijîn tevî qest dikim) di destê xwe de bihêlin; dudo, ne ku çekên li Qandîlê bêne sekinandin, pêwist e berê wan çekan bê guhertin, ewqas hêsan e. Ger bi formul û gotinên we, şerê gerîla li wê derê bê kirin, bêyî Kurda ev kar ne pêkan e. Emerîka şerê xwe yê emperyalist li ser pişta Kurda dike û şerê dijî emperyalîsta jî pêwîst e bi Kurda bê kirin. Em vêya dibêjin; nîha kare bêkirin, li wê derê, di bin hîmaya Emerîka bi alîkriya Tirkîyê dewletek Kurd-Judaîk ava dibe, pêwîst e ku em wê di zehmetiyê xin. (Kuçuk, Y. 2006)
Dîsa Yalçin Kuçuk di axaftinên xwe de, avabûna Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê wek “dewletek peyk” bi nav dike. Ev dewlet, peyka Emerîka û Israîlê ye. Kurd bûne du beş; Kurdên hevalbendên Tirkiyê û Kurdên hevalbendên Israîl û Emperyalîsta. Kurdên hevalên Tirkiyê Apo û rêxistina wî ye; Kurdên hevalê Emerîka û Israîl Barzanî û Telebanî ye. Min ji Paşayan re gotîye, pêwist e em Kurdên xwe bera pêxîla Kurdên Emerîka bidin. Ger ez Tirkek bi tenê jî bimînim, ezê vê dewleta peyk birûxînim. (Kuçuk, Y. 2006)
Gelo Apo jî heman tiştî nabêje? Apo:
Îro li Başûr dewletek Kurd ava dibe. Li pişt wê Emerîka û Ewrupa heye. Bîrdoza wê, nijadperestî ye. Ev nijadperestî wê di cîhê xwe de nemine. Wê hin dozan li Tirkî, Îran û Ereban bike. Wê ev yek jî bibe sebaba komkujiyê û wê komkujî belav bibe. Dewleta siyonîzmê ya duyemin di rojevê de ye. Ger nijadperestîya Kurdan bibe xwedî dewlet, wê li hember Tirkiyê û Îran bê bikaranin. Min xwest, ez ji vê yekê re bibim asteng.” (Ocalani, 2005)
Remzî Kartal wiha dibêje:
Pirsgirêka herî mezin ne hêzên navnetewî ye, yan jî ne hêzên dagirkerê Kurdistanê ne, pirsgirêka herî mezin PDK ye. Pêwist e ku em PDKê taybet binav bikin; ew jî malbata Barzanî ye. Ji ber ku li çar perçeyê Kurdistanê bi navên cuda partîyên wan hene. Lê tu xebatê nakin, ji bo ku ev partîyana xurt nebin. Divên, tevî malbata me bixebitin. Gava em ji serî de li siyaseta malbata Barzanî binerin; hem li Bakûr, hem li Rojhilat, hem li Başûr û hem jî li Rojava, li çar perçê Kurdistanê xwe di navendê de dibinin, xwe esas digrin. Tu car negotinin, herin li herêmên xwe bixebitin. Her dem geşedanên perçeyên din, bi xwe ve girêdane û tengezar kirine. Rojhilat û Bakûr têk birin, niha jî ji Rojava re pirsgirêka derdixin. Niha di pirsgirêka doza Kurdan de, yê herî girîng dibin asteng, di rêza yekemin de malbata Barzanî heye. Mixabin malbata Barzanî, îro neyarê Kurdistanê û Kurdên her çar perça ye. Ji hêla askerî, sîyasî, aborî û istixbarî, bi dewleta Tirkiyê re ne, ango dil dixwest ku geşedanan baş binirxînin. Xwe dispêrin dewleta dagirker û paşverû, nemimkûne li ser linga bimînin, li her çar perçeyê Kurdistanê dagirker wenda dikin, yên bi ser dikevin Kurd in, li ser vê bingehê, pêwîst e ku navberekê têxin di nava xwe û dagirkeran. Ger ne rêxistinek ji hêza dagirkeran bin wê vê yekê bibînin û têbigihêjin. Mixabin heta niha tiştekî wîha nişan nedane. (Medya Haber) Disa Remzi Kartal dibêje: Kurd bixwazin dewleta xwe ava bikin jî em destûrê nadin. (Kartal, 2025)
Tulay Hatîmoğullari jî dibêje: Bi midaxeleya Emerîka re, qaşo wê gelê Iraqê biba demokratîk, lê bi avakirina dewleta herêma Kurdistanê darbeyek mezin li gelê Iraqê hatiye xistin. (Hatîmoxularî, T. 2014 )
Yalçin Kuçuk di dadgehê de xwe wiha diparêze:
Min nehişt Kurdên li Tirkîyê dijîn bibin alîgirên Berzanî, yan na wê wan jî doza axê bikira. Di demek kin de wê ji bo Tirkîyek e Demokratîk têbikoşın û bêne kuştin, ma ev ne xeyala me teva bû? Kurd wê ji bo Tirkîyeke Demokratîk bêne kuştin, dozger efendî, paşnavê min Kuçuk (Biçûk) e, lê ji bo dewletê, min bi serkeftî karên mezin kirine.
Ez dizanim Apo, qîmetekî mezin dide fikrê min û yê vê yekê nizane jî tune ye. Di vê demê de, Apo laîk bû û Mistefa Kemal pir mezin didît. Lê em neheqiyê lê nekin, berî hevdîtinên me jî, ew wîha bû; hevpeyvîna me ya ewil, piştî min xistin hucreyê, di televizyonê dewletê de rêdan, vekirî ye, em Apoyekî ‘Çepgir û Kemalîst’ dibinin. Tiştê ku ez dizanim, ev gotinana ji hundir Apo tên. Bi tenê kelecanek zêde heye, ew jî ji rêzê ye. (Kuçuk, Y. 2014)
Gava ez çûm Bekayê, di serê min de ev hebû. Ger em Kurdên Tirkiyê bi xwe ve girê nedin û ji bo yekîtiya rojhilat bikar nînin, wê Kurdên Tirkiyê bikin yek û wê Tirkyê perçe bikin…
Gelek vekirî ye, ji bo tevahiya welêt, ez pêşniyar dikim ku Kurdên Tirkî li hember dewleta Kurdên Judaîk bila şer bikin, ji bo wan bêqewet bikin. Kurd bûne du perçe. Em karin bejin Kurdên Tirkî û Kurdên Barzanî. Kurdên Barzanî, hevalbendên Israîl û Emerîka ne; Osman Ocalan, Yaşar Kaya, Leyla Zana, Barzanî û Israîl hilbijartin. Ez jî diparêzim ku em Kurdên bi Tirkiyê li hember Barzaniyan bi kar bînim. (Kuçuk, Y. 2006)
Huseyin Turhali di bernameya Esma Akbalik de dibêje:
Di sala 1995an de fermanek hat, ferman ji Serok hat, got; “Hûnê li hember PDKê şer bikin. Binerin, bawer bikin, qet tu kesî, tu serleşkerekî ev ferman baqil û rast nedî. Ango watedar jî nedîtin. Tu pirsgirêka me û PDKê tune bû. Emê ji bo çi şerê wan bikin? Em li herêma wan in, pêdivîyên xwe ji wan distînin, em çi dikin? Ji bo çi şerê hev bikin? Di 15ê Tebaxê de qaşo ji bo “Artêşa Birûskê” 250 kesên serleşker yên herêmê ji wezîfê stendin, hinekî nû anin şûna wan. Piştre şer bi PDKê re dest pêkir. Ez dibêjim tu kesî bawer nedikir hinekî din lê zede bikim; min ji Karayilan pirsî, piştî salekê, min got:”Heval, sebeba vî şerî çi bû, ji ber çi sedemê evqas mirovên me hatin kuştin. Gund vala bûn, pêşmerge mirin, gerîla mirin, dîl ketin, sebeb çi bû?” Got, “Ferman wiha bû.” Min ji xwe re got, ev vala ye, rahişt hinek gerîla û berê xwe da Botanê. (Utopia Tv, Turhali H. 2025)
Mihemed Şener, di nameya xwe de ya ji Mistefa Karasû şandiye wiha dibêje:
Apo me tawanbar dike ku me xwe dexlî Başûrê Kurdistanê kirî ye. Ev duwazdeh salên wek nanxura dijîn û me difroşin vê yekê ji me re bêjin, ev ji bo me rûmet e. Yê di sala 83yan de li kampê PDKê man kî bû? Serê vê salê, yê bi hemî hêzên Başûr re Peyman kir û soza şer da û di peyre ev peyman xera kir kî bû? Karasû, mirovên me bi salan li cem rêxistinên Filistinîya man û em hîn jî li kampa Lubnanê ku bi fermî ya Hêza Demokratîk e, em li wir dimînin. Gelo kijan rêxistinên Filistinî ji rêxistinên Başûrê Kurdistanê şoreşgertir in? … Em li vir eşkere dikin û bila hemî cihan bibihîze; em bi hemî hêzên Başûrê Kurdistanê re di nava têkiliyê de ne. Bi PDK re, bi YNK re û yên din jî re têkiliyên me hene. Ev biryara, di kongra me de, wek têkiliyek dostane û armancek lezgin hat qebûl kirin. Em hêzek netewî ne û yên di nava hêza netewî de cîh distînin, mecbûr e em bi wan re di nava sîyasetek netewî de têkildar bin…
Di destpêka Avrêlê de ez hatim girtin, gava ez hatim girtin, nêzî 2-3 milyon mirovên me ber bi çiyê ve direviyan. Em di demek pir xerab de dijiyan, di van rojên xerab de, Apo ji bo têkiliya xwe û Sadam ya taktîkî xeraneke, biryara şer ya kongreyê tune hesiband, tevî ku em ji PDK û YNK xurttir bûn nehişt em têkevin şer. Karasû, jin, zarok û gel serî hildabû, lê bi fermana Apo, li sînorê Tirkîyê û Iraqê 2500 gerîlayên me serpiştê vezeliyan, fersendek dîrokî û mezin me zeft kiribû. Karasû, artêşa Sadamê faşist, gelê me dabû ber xwe, qetil dikir, lê me bi fermana Apo lê mêze kir… (Şener, M. 2014)
Di notên hevditina Îmraliyê de:
Heyeta Me: Qandil dibêje, ‘Hema ku me daxûyanî da, hêlek me hêzên PDKê û li hêla din hêzên YNKê tijî bûn. Wekî em berxên serjêkirinê ne, wê biser me de bihatana.’
Serok: Binerin! Guhdar bikin. Ha ev e, di bin tehdida tunekirinê da ne. Risk heye. Berê jî li Hewlêr û hin deverên din bi sedan bi hezaran hevalên me kuştin… Wê Barzanî bi ser me de were, me tune bike. Pêwist e hûn vê yekê bejin.
Ji Barzanî û Talabanî re bejin li ser navê min, ‘Pêvajoya ku me bi Tirkiyê re destpêkiriye, em dixwazin heman pêvajoyê bi wan re bikin.’ Bi vî şiklî, bi wan re biaxivin. Lê we cidî nastînin, pêwist e bi min re hevditînê bikin.
…Ger ew nekin bi ser me de werin. Ezê li hember wan şer bikim. Dev ji şerê bi Tirkiyê re berdim, li hember wan şer bikim; ger şaş nêzikî me bibin.
… Dostekî min bi navê Şaban hebû, ji Amediyê. Barzaniyan ew û malbata wî tev kuştin, ji ber ku dostê min bû. Ma ezê vê yeke ji bîr bikim? Dev ji çekberdanê berdin. Ma ezê gelê xwe radestî celada bikim. Bila kes me wekî çermê berxên qurbanê nebinin.
Heyeta Me: Tevgêr ji bo dev ji çekan berde garantiyekê dixwaze.
Serok: Tiştên ku vana dibêje, min matmayî dihêle. Ev maseya dewletê ye. Manifesto min amade kiriye, dewletê jî pejirandiye. Dewlet bêyî me vê yeke nabêje. Ango ev destpêkek e.
Berpisiyar: Îrade û pejirandina desthilatdariya siyasî heye. Bêyî pejirandina serokwezîr ev hevdîtin çênabe. Fahm bikin, fermo.
Serok: … Pêşî yên bêsuc bila werin, paşê yên payebilind bila herin welatên sêyemin. Ger pilan ev be; çênabe.
Heyeta Me: Rast e, armanc tasfiyekirin e.
Serok: Binerin ger yên di asta bilind ji nav derxînin, wê rêxistinek ji ASALA xerabtir, tolhildar ava bikin. Mîna Bumerangê wê li me vegere. Ez van formulan tuya napejirînim. Wê komisyona parlementoyê were, ezê pêşniyarên stratejik li wan bikim.
Li hember Tirkiyê gulleyek bê avêtin, ezê serê xwe bidim. Çek li hember Tirkiyê nayê bikaranîn. Barzaniyê were, nêviyê gundên Qandîlê xera bike; ezê herim bi wî re şer bikim, bi Tirkiyê re şer tune ye. PDK wê sedsalên din serdest be.
… Tirkiyê bi hinek siyasetmadaran bawer e, ez jî bi Tirkiyê bawerim. Ez bahsa bi dewletê re yekbûnê dikim, ne bî desthilatdariyê re.
Berpisiyar: Li pêş çapemeniyê, emê pêvajoyê bi lez bidin destpêkirin, paşê bêdeng û veşirtî bidomînin.
Serok: … Şerê me yê stratejîk bila ber bi herêmên PDKê ve bê geşkirin. Bi YNKê re tifaqan bikin… PDK divê em bûne dewlet, wiha propoganda dikin. Emê piştî pêvajoyê dewletbûna wan bibinin.
… Yên ku reviyan; reviyan rizgar bûn, tiştekî wiha tune ye. Wê hesab bidin, PDK wê hesab bide… (Ocalan 2025)
Apo di Perspektîfa xwe de:
Kurd li Dêrsimê, li Çapakçûrê, li Zagrosan bermayek çandî ne; Kurd, qabîleyên ji hevdu ketine, zimanekî nayê têgihiştin, bermayên terîqeta ne. Di jêra koloniyan re ne, rewşek sergo ye û sergoyê wek gorîstanan e.
Pêwîst e civata Kurd bibe dijkapîtalîst, dewleta netewî dijî sosyalîzmê ye, ji ber vê yekê me armanca dewleta netewî serûbin kir. PKK tevgêreke ku hebûna Kudistanê derxistiye holê, sererdê. Di esasê PKKê de, “her netew, xwedîyê mafê ku qedera xwe bi destê xwe hilbijêre” heye. Armanca me ya esasî, Kurdistanek, yekgirtî û azad bû. Lê me dît ku, ev model tu têkiliya wê bi azadiya netewên sosyalist re tune ye. Dewletên netewî ji kapîtalîzmê re xizmet kirine, bi sosyalîzmê jî bên avakirin, dîsa modelek kapîtalîst e. Şerê me yê çekdarî, bi stratejîya avakirina dewletek netewî bû, devjêberdana vê armancê û derbasbûna programa civata demokratik pêwîst bû. Ji dêvla dewleta netewî, netewîya demokratik.
Şensa ku Komara Tirkîyê xwe nû bike, xwe demokratik bike û ji herêmê re pêşkêşîyê bike, wê çêbibe.
… Malbata Barzaniyan, Bedirxaniyan, heta neviyên Şêx Seîd, neviyên Seyid Riza tev bûne Judenrat[2]. Ji bo malbatên xwe rizgar bikin Kurdan îmha dikin. (Ocalan, E. 2025)
Apo dibêje: Şerê me yê çekdarî li hember Tirkiyê şaşiyek bû. Em zanibin ji sedî sed emê biserkevin jî dîsa em guleyekê nateqînin. (Notên Îmralî 2005) Serhildana PKKê, bi girtina serokê wê di çardeh saliya xwe de diqede. Piştî Ocalan, 1999an de hat girtin, hêzên xwe yên çekdarî derxistin ji derveyî welêt û bi vê yekî dawî li şerê çekdarî anî. Lê di sala 2004an de, Ocalan dîsa ji bo şer ferman da, li hember dewleta Tirkiyê şer destpê kir. Lê wek Y. Kuçuk dibêje, “PKKê neqedînin, bitenê berê çekên wan biguherînin. Şerê dij Kurdan bi rêya Kurdan kare bê kirin, yan na ne mimkun e.” Ji xwe li hêmber dewlet û hêzên dewletê tu çalaki nehatine kirin.
Di serhildana Kobanê (2014) de gelê Kurd, bi taybetî jî ciwanên Kurd bi hêrsa netewî bertekên xurt nişan dan. Hemî Kurdên neteweperwer û welatparêz bi girseyek mezin di kolanan de xwe rêdan. Di çend rojan de bajarên Kurdistanê li dagirkeran kirin dojeh. Bi hestek netewî ya xurt çûna pêşmergayan ya ji bo Kobanê, pêşwazî kirin. Bêguman ev hestên netewî û xurt dewleta Tirkiyê eciz kir, ji bo vê pêla welatparêz û neteweperwer têk bivin, ew jî li çareyan digeriyan, bi tena serê xwe nikarîbûn ev yek bikirina, lê bi rêya PKKê ev yek hêsan bû. PKKê bajarên ji bo alîkariya Kobanê bertekên xurt nîşandabû kirin armanc, li wan deveran çek û hinek gerîla bi cîh kirin (dewletê jî xwe li kerrî û korî danî) û alîkarî ji gel xwestin; bi hezaran xort û qîzên Kurdan kişandin nava xendekan û gava şerê xendekan dest pê kir, li deverên din tu berxwedan ne kirin, ew bi tenê hiştin. Ew reha ciwan, çalak û welatparêz hemî di şerê xendekan bi kuştinkirin dan. Paşê jî Duran Kalkanê bêje, “Me nizanîbû dewlet ewqas bê ûjdan e.” Tiştekî balkêş e, piştî şerê xendekan, tu kesî behsa vê mijarê nekir; ne alîgirên PKKê û ne alîgirên dewletê.
Di nava Kurda de, nêçirvanê kewan ji bo nêçira kewan wiha dikin; kewên jîr, bedew û yên xweş xwende hîn ji çêliktiyê de xwedî dikin, gava ji bo nêçirê amade dibin, dixin qefesekê û di dema nêçîrê de wan dibin di nava dar û çiloyan de vedişêrin. Gava kewê di qefesê de dest bi xwendinê dike, kewên din bi nezanî tên cem wê/wî bi vî awayê dikevin dafikê. Yan tên girtin yan tên kuştin. Gelo ji serê serhildanê heta bûyerên Xendekan, qirkirina Kurdan jêhatîbûna kewa di qefesê de ye yan jî ya “judenrat”ê Kurda ne?
Bi piranî şerê Tirkiyê û PKKê di nava herêma Başûrê Kurdistanê de dom dike, li gor xwestina Apo û dewletê. Dewlet ji Kurdên Başûr û ji cihanê re dibêje; “Em li hember terorîstan şer dikin, terorîst li vir bi cih bûne, heta em koka wan paqij nekin em dev ji wan bernadin.” (PKK tu car ji gotina “terorist” eciz nebû ye.) Dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qaraqolan ava dike, deverên staratêjîk dagir dike. Ev yek qet PKKê eciz nake.
Ka em binerin berpirsiyarên Herêma Kurdistanê çi gotine!
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzanî di derheqê PKKê de wiha dibêje:
Me bêhtir hemî kesekî xema milet û axa Kurdistanê heye. Em bawer nakin tu kes ji me xemtir hebe, evru tundiyê li ser navê Kurdî li me bike. Eger wekî Kurdên din, bi mêvanî werin Kurdistanê, bixêr û ser sera û çava. Bes eger bê, wekî desthilatdar û bi çek tadayê li hemwelatîyê me bike, nehêle gundiyên me herin gundê xwe, nehêle cotyarên me zevîyên xwe bikin, dadgehan amade bike û gelê me ceza bikin, bacê ji xelkê wergirin, zehmetîyan li xelkê bikin. Bê tu sebeb ku cêşa Tirkî bikşine Kurdistanê, PKK nebûya, cêşa Tirkî nekarî bû bihata Kurdistanê. PKKê li vêderê, kiderê rizgar dike? Welatekî rizgar, pêwistîya wê rizgarkirina PKKê tune ye. Ew dibêjin nabe di vê xakê de pêşmerge hikim bikin.
Mayin di rêya de çikandin, roket avêtin maşînên pêşmerge yên asayişê, pêşmerge şehîd kirin. Rast e şerê Kurd û kurdan, wekî dibêjin “birakujî” ye. Bira ew bira ye qedrê birayê xwe bizane. Hişmendiyek avakirine ku, kî PKKê rexne bike, wekî evana dijî Kurdayetîyê ye. Ne wiha ye. Em Kurdayetîyê dikin. PKK Kurdayetîyê nake.
PKK çi kirîye? Yek destgirtiyê PKK nine heta roja îro, bêjin PKK felan xêr bi vî miletî kirî ye. Me şerê biratîyê navê, lê ev Kurdistana bi xwîna hezaran civanên Kurd ava bûye, em nikarin ji PKKê re bikin qurbanî. (Barzanî, M.)
Celal Telebanî jî dibêje:
Piştî dagirkerîya Iraqê, li Behdînan hinek belge ketin destê me. Di van peymanan (belgeyan) de bi hevre li hember pêşmergeyan operasyon hatibûn îmzekirin. Di wan de, peymanên PKKê bi artêşa Iraqê re hebûn. Gelek belge ketin destên me. Peyman tev bi konseya PKKê û payebilindên artêşa Iraqê re hatibûn îmzekirin. Di van peymanan de, wê PKKê agahî tomarbikira û ji bo her operasyonekê pere û çek bistenda. Kider vana Kurd e? Pêşmergeyên ku ji bo namus û şerefa xwe şer dikirin, ji bo şehîdkirina wan tê bi neyaran re tifaqê bike, ma ev e Kurdîtî û Kurdistanî? (Telebanî C,)
PKKê bi dewleta Suriyê re jî peyamanek bi vî şiklî kirîye:
Di Pirtûka Mumtaz Kotan ya bi navê, “Yenilginin Izduşumu” de mikurhatina Apo ya Îmraliyê bi vî şiklî nivîsandîye:
Berî sala 1984an, ji bo em li hember Tirkiyê çalakiyan bikin, em bi dewleta Suriyê re ketin hevdîtina. Hevdîtin bi rêya endamê ‘Mixaberatê’ bi navê Axa (Merwan Zirkî) dihat kirin. Li Suriyê, li çend deveran teqemenî çêbûn. Tirkiyê berpirsiyar dihat dîtin. Ji ber vê yekê em û Suriyê nêzîkî hev bûn. Ji bo ku em li hember Tirkiyê çalakiyan bikin nêzîkî me bûn. ‘Mixaberata’ Suriyê ji bo çalakiyên me; wê bihîşta em li Suriyê bimînin, wê alîkariya me ya siyasî, eskerî bikira, nasnameyên sexte ji me re derxista û ji bo derbasbûna di sînoran de wê bibana alîkar. Ji bo komên çekdar yên wê derbasî Tirkiyê bibin, bi rêya videoyan erdnîgariya herêmê bi wan dida nasîn. Armanç herêmê bi hêzên lêşkerî bide nasîn. Alîkariyên mezin bi me re kirin. (Kotan, M. 2003)
Elî Ewnî jî bilêv dike ku:
Tu kes nikara me, bi biratîya gelan û demokratikkirina deverê bixapîne. “Dewleta neteweyî eybe”, ger dewleta neteweyî eybe, çima dewleta Fransa, Çîn, Emerîka, Rûs… û gelek neteweyên din hene. Dewleta netewî eyb nîne, ya eyb; neheqî, zilm û zordarîya li ser gelê me ye. Ocalan dibêje: “Ev tiştên li Başûrê Kurdistanê diqewime, xencerek zingarî di pişta gelan de ye. Wezîfa me, em nehêlin ev xencer li pişta gelan keve. Niha PKK xwe di vî rolî de dibine. Hebûna herêma Kurdistanê, avabûna dewleta Kurdistanê, statûyek bo Kurdan, xencerek li pişta wan dikeve.” Helbet em metirsî nînin bo tukesî, em ne xencerin li pişta Tirka, Ereb û Eceman kevin. Em xencerek in ji bo zalim û dagirkerên Kurdistanê ne. Em birayê miletên wan in. Di bin zilm û zora dagirkerîyê de xwestina biratiyê ji wan eyb e, ji bo me, yên dagirker pêwîst e biratîyê bixwazin.
Armanca PKKê roj bi roj Tirka bikşînin Kurdistanê. Me ji wan xwest, me go Artêşa Tirk wê were Metînan, bihêlin bila pêşmerge werin. Gotin, na! Em wê deverê ji Tirka re dihêlin, lê ji we re qet nahêlin. Dîsa me go, em werin Zinarê? Gotin ger hun werin Zinarê, emê qetlîamê bikin. Evaya rewşa wan e. Tirkiyê û PKKê dest dane hev sînorê me tengtir dikin, ji hêla din Heşdî Şabî, Artêşa Iraqê eriş dikin, Îran her roj bombe baranan dike. Hinek partîyên Silêmanîyê tadayî yê li gel dikin. Tev bi hevre dixwazin ev herêma me nemine. PKK û dewleta Tirkiyê bi hevre wek şirîk ji bo destkeftîyên me ji holê rakin tevdigerin. Lê miletê me berxwedan daye ber xwe, me gelek qonaxên ji vê rewşê xerabtir dîtin û em biserketin, emê vê qonaxê jî bi ceribandinên xwe derbas bikin. Belê, PKK dixwaze şerê xwe û dewleta Tirkiyê bine nava gund û bajarên me, li şuna ku vî şerî bibe Kûrahîya erdnîgarîya dewleta Tirkiyê; wek Îstanbol, Izmir, Enqerê, Edenê, Zongûldakê û gelek deverên wekî din, zerar û zîyanê li aborîya wan bike, wek wezîfedar tine nav axa me. Wezîfeya wan ku destkeftîyên me di xeterê xine, karibin nehêlin û xera bikin. Ew bi xwe dibêjin, dewleta netewî şerm e, di exlaqê me de, di felsefa me de nîne.
Hin jî, hindek bêaqil ketine pey wan şîroveyên cuda û parêzerîya wan dikin. Kî çi dibêje bila beje, nêta wan ev e. Ew bi xwe dibêjin mabestek e me nîne, em dijî Kurd û Kurdistanê ne. (Ewnî, E. 2025)
Apo, di yekê Hezîrana 1999an de li dadgeha Îmralîyê ji malbatên Tirkan ên ku di şer de hatibûn kuştin re axivî û wiha gotiye: “Ez dixwazim daxuyanîyek xurt ji bo malbatên rêzdar ên şehîdan bikim. Ez bi dil û can xemgînî û êşa wan parvedikim. Dîsa, ez ji wan lêborînê dixwazim, ji ber para xwe ya berpirsiyarîyê.” (Parastina Îmrali, 1999) Lêborina Apo, ya duyem jî bi vî şiklî ye: “Ji ber çanda nêçirvaniyê ya ku di zaroktîyê de, ji ber ku di genên min de hebû, dihişt ku ez bêhtir nêçira çûkan bikim, serê wan jêkim, ew heywanên ku min bi fenekî nêçîra wan kiriye û kuştiye; ez ji wan tevan lêborina xwe dixwazim. Dixwazim bi vî awayî dest bi jiyanek nû bikim.”(Ocalan. E. 2004)
Eşkere bûye ku piştî 47 salan, PKKê û serokê wê wêraniyeke mezin bi ser gelê Kurd de anî ye. Gelê Kurd ji ber hestên xwe yên netewî alîkariyek mezin daye PKKê. Keçên xwe yên ku mala cirana neditine, xortên xwe yên ku ji gund derneketine û yên jir û zana jî tev, bêfikar şandin serê çiyan, yan jî ji çûna wan re çavên xwe girtin. Çiqas kes hatine kuştin ne diyare; din ava pêncî û sed hezar tê bilêvkirin, çar-pênç hezar yên qesasê wan nediyar kuştî, sê-çar hezar gundên hatine xerakirin/şewitandin, bi milyona kesên hatine girtin, bi milyona kesên ji welêt koçber bûne, ji xwe yên birîndar û seqet hêjmara wan gelekî zêde ye û yên di nava rêxistina PKKê de û yên li derveyî rêxistinê bi neheqî hatine kuştin û yên li Başûrê Kurdistanê û yên rêxistinên din hêjmara van kesên hatine kuştin kes nizane. Sebebê van wendahiyan tev Apo ye. Lê Apo, ji vana tu kesî re lêborin ne xwest.
Di malpera Rûpelanû de di derheqê “sertêdana DEMê ya Başûrê Kurdistanê” ji Îsmaîl Beşikçî dipirsin fikra te çi ye? Bersiva wî:
… Divê neyê jibirkirin, vê derûdora bi salan e, ji bo bêrûmetkirin û biçûkkirina PDKê û Serok Barzanî her roj daxûyanî dane. Derûdora DEMê, weşan û televizyonên PKKê her roj tavanbarî û heqaretên giran dikirin, ev yek ne dirûstî ye. Bêguman rêxistinên Kurd yên siyasî ji bo ji gelê xwe re xizmetên baş bikin wê hevûdu hişyar û rexne bikin, ev gelekî sirûştî ye. Lê belê di wan rexna de armanca bêrûmetkirin, bêîtibarkirin û dezenformasyon gerek tune be. Tiştên di demên borî de li hember PDKê û Serok Barzanî hatine gotin û şêwaza gotinê tê bîra mirov, van daxuyaniyên nuh bêqimet dikin. Divê neyê jibirkirin, ev derûdor bi gotina “Ala Barzanî” Ala Kurdistanê binpê kirin, şewitandin. Di van mijaran de lêborin nedan, bi ya min ev daxuyanîyên wan bêqimet in.
Dîsa birêz Beşikçî pirsa “tu naveroka peyama Ocalan çawa dibînî?” dibersivînê:
Di du beşan de karim binirxînim; yekem, bi gelemperî civakên bindest ji bo azadiya xwe çek jî tevê dikarin hemû amûrên tekoşînê bikar bînin, mafekî rewa ye. Ev rewş di biryara “Neteweyên Yekbûyî” de heye. Lê belê rewşa PKKê têde ye çekberdan û xwe fesixkirin ji xêra Kurda re ye. Ji xwe ji sala 1993yan de pêwist bû PKKê dev ji çekan berda ba. Ger di wan salan de dev ji çekan berda ba, bi ya min heta niha perwerdehiya bi zimanê dayikê, kanunîbûna nasnama Kurdî û heta statûyek herêmî jî wê bihata bidest xistin. Xwediyên dewletê yên esasî, nehiştin PKK dev ji çekan berde. Ji çar hezaran bêhtir valakirina gundan û bi dehhezaran ciwanên Kurd ji bo “demokratbûna Tirkiyê” nedihatin kuştin.
Di Rojhilata Navin de ji ber rewşa konjonkturî û pilanên navnetewî bû sebeb ku ev pêvajo dest pê bike. Ger hêzên navnetewî li Rojhilata Navin ev tofan ranakirina, ihtimalek mezin xwediyê dewleta Tirkiyê yên esasî ev pêvajo nedidan destpêkirin û hebûna PKKê wê berdewam ba. Midaxeleya hêzên navnetewî li herêmê, naçar kir ku Tirkiyê hebûna xwe biparêze û pêşî li avabûna dewletek Kurd li Rojhilata Navin bigre. Hêzên navnetewî Kurdistanek xurt dixwazin, Kurdistanek bêhêz ji bo hêzên navnetewî tu wateya wê tune ye. Ji ber vê yekê, bi tenê li Başûrê Kurdistanê dewletek biçûk, di nava çar dagirkeran de û li Rojhilata Navin domkirina jiyana wê zehmet e. Di vê sala dawin de me dît ku dewleta Iraqê bi çi awayî zor û zehmetiya derxistin pêşiya wan.
Ya duyem jî, di nava tekstê de “yekbûna civat û dewletê” de çareseriyên kulturalist jî tevê ji bo Kurdan tu daxwaz tune ne, ez li ser wê bisekinim. Ji bo Tirkên Kibris û Filîstin dewletê dixwaze, lê ji bo Kurdên nêzî 70 milyonî propoganda dikin, ku ji bo Kurda dewlet ne lazim e, dewlet nebaş e, dewlet paşverû ye. Ev fikra dewleta Tirkiyê ya fermî ye. E. Ocalan ewqas li hember dewletê ye, teoriya wê ava dike û daxwazê ji Kurda dike ku bi dewleta Tirkiyê re bibin yek. Asimilasyona ku wan di sed salan de nikarî bû bikira, Ocalan dixwaze Kurda bi dil û can asimile bike. Gava ku Apo hat girtin helwestek xerab nîşan da û got ez amade me ji dewletê re xizmetê bikim. (Beşikçî, İ. 2025)
Di şûna encamê de;
George Orwel, di pirtûka xwe ya bi navê Çewlika Ajalan de wiha nivîsiye:
Car caran êriş dihatin ser me, lê rojekê ji derve erîşeke giran bi ser çewlika me de hat… Ajalên bîyanî dikevin çewlikê, ew aşê bi navê ‘Berazê Mezin’ hatibû lêkirin û bi keda salan hatibû avakirin tev de hilweşandin, tarûmar kirin. Ajalên çewlikê tên kuştin û gelek ji wan sivik-giran birîndar dibin… Piştî demeke kin dengê çekan tê. Yekî birindar ji berazê kêleka xwe dipirse:
-Ji bo çi çekan diteqînin?
Beraz bersivê dide:
-Serkeftina me pîroz dikin.
Ajalê birîndar, şaşmayî dipirse:
-Çawa, kijan serkeftin?
Beraz:
-Çawa kîjan serkeftin, ma me neyarên xwe ji welatê xwe dernexist!
Ajalê birîndar, dibêje:
-Em ewqas xebitin, me ew aş avakir. Dijmin hat tev di demeke kin de xerakir û çû.
Beraz:
-Xem nake, emê aşekî hin xweştir û geştir ava bikin. Kar û xebatên me yên pîroz, tu qet nabinî. Ger ne ji Serokê me ba, wê ev axa me ya pîroz di bin destê neyaran de ba.
Piştî demekê kin Berazê Mezin bi madalya û xelatên bi xwe vekirî, derdikeve hember ajalan û ji ber serkeftinê, wan bi rêzdarî pîroz dike. Ajal tev wekî birastî serkeftine, hevûdu pîroz û hembêz dikin. (Orwel, G. 2014)
“Kesên ku ruhê netewî pê re tune be, wê rojekê îxanetê bi miletê xwe re bike.” (Barzanî, M. Mistefa)
ÇAVKANÎ
Barzani, M. (2025). Rudaw Kurmanci. 8 8, 09 tarihinde Facebook: https://facebook.com/share/v/1CRtdX6WEL/ adresinden alındı
Beşikçi, İ. (2025, 10 28). Rupelanu.org. rupelanu.org: https://www.rupelanu.org/kurdistan-demokrat-partisi-sorular-1617yy.htm. adresinden alındı
Çelik, S. (2000). Ağrı Dağını Taşımak. Frankfurt: Zambon Yayın.
Ewnî, E. (2025). Facebook. 7 15, 2025 tarihinde https://facebook.com/share/p/177dCCîskd/ adresinden alındı
Kartal, R. (tarih yok). Facebook. Ağustos 5, 2025 tarihinde https://facebook.com/share/pS15qBHE8s2D adresinden alındı
Kotan, M. (2003). Yenilginin İzdüşümü. Atina: Yunan Kürt Dostluk Derneği Yayınları.
Küçük, Y. (2014). Çıkış Ansiklopedi 1. İstanbul: Tekin Yayınevi.
Orwel, G. (2014). Hayvan Çiftliği. İstanbul: Can Yayınevi.
Öcalan, A. (2002, Sibat). Görüşme Notları. Apo ile Görüşme. İmralı.
Öcalan, A. (2005, 01 05). İmralı Görüşme Notları. İmralı. İmralı, Bursa, Türkiye.
Öcalan, A. (2015). Demokratik Kurtuluş ve Ozgur Yaşami İnşa (İmralı Notları). Deutschland: Weşanên Mezopotamya.
Öcalan, A. (2025, Mayis 30). Görüşme Notları. İmralı.
Öcalan, A. (2025, Nisan 21). Görüşme Notları. İmralı.
Öcalan, A. (2025). Kongreye Sunulan Perspektif Metni. İmralı: Yok.
Şener, M. (2014, 08 20). JackLondon. 08 20, 2025 tarihinde X: http://x.com/JACKLONDON2014/status/1956022597944016926?t=lAltzjRzHGl6DODmROjTfw&s=08 adresinden alındı
Talabani, C. (tarih yok). facebook. 07 28, 2025 tarihinde Celal Telebanî û PKK: https://www.facebook.com/share/v/1GMsY7UMUD/ adresinden alındı
Turhalı, H. (tarih yok). Youtube. 07 30, 2025 tarihinde Utopia Tv. adresinden alındı
Tv, U. (1999, Şubat). İmralı'daki Apo. Ağustos 5, 2025 tarihinde İmralı'daki Apo: https://www.youtube.be/KlmauYIKq_U?si=yHUnpaAIEirDGG0J adresinden alındı
[1] Hîtler dibêje; şagirtê M. Kemal yê yekemin Musolinê ye, yê duyemîn jî ez im.
[2]Judenrat: Kom yan jî kesên Cihû ku di nava Komiteya Cihûyên ji hêla faşîstên Alman hatiye wezîfedar kirin re tê gotin. Ev komite di qirkirina Cihûyan de bi Almana re tifaq kirine û cuhûyên din xapandine, bûne sebebê kuştina wan. Ji Cihûyên girtî re gotine; “Emê we bibin serşokê.” Lê dibirin odeyên gazê û dibûn sebebê kuştina wan.