Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn

Zanayê Kurd Mûsa Anter ê di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê hat qetilkirin, dê sibe li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn

Zanayê Kurd Mûsa Anter ku di nava civakê de wekî Apê Mûsa tê zanîn di 20’yê Îlona 1992’yan de, dema ji bo beşdarî Mîhrîcana Çand û Hûnerê bibe hat Amedê û ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin, dê di 27’emîn salvegera qetilkirina xwe de bê bibîranîn. Bîranîn wê ji aliyê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ve bê lidarxistin. Înîsiyatîf, destpêkê wê li Kolana 442 a Taxa Komarê ya Semta Seyrantepe ya Amedê li cihê ku Apê Mûsa lê hat qetilkirin, wî bibîr bîne. Biranîn dê sibe saet di 11.00’an de bê lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Kongreya Civaka Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên çapemeniyê û rojnameger dê beşdarî bîranînê bibin.

 

Apê Mûsa, piştî merasîma li Amedê, dê li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bê bibîranîn.

E-ROJNAME

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da