Apartmanekî bilind ya din ji aliyê Îsraîlê de hat rûxandin

.

Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de avahiyeka dinê ya li Xezzayê ya bi navê Eş-Şûrûk hat roxandin. Ev apartman ya sêyeme ku tê hilweşandin.

Avahiya navborî di orta Xezzayê li taxa Omer-el Mûxtar e ku tê de dezge, rêxistinên çapemeniyê û şîrket hene. Li gor ragihandina çapemeniya Îsraîlê, bo avahiyê vala bikin berê Îsraîlê ji wan re gotiye û fuzeyên ku taybetmendiya teqandina wan tinene, avêtine avahiyê.

Ji encama xerabkirina avahiyê hêj ti agahî nehatine sitendin.

Rêxistina Hamasê îro ragihand ku raste çend mirovên wan yên pilebilind di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Li gor nûçeya AFP ê, di nava kuştiyên Hamasê de rêvebirê wan yê Xezzayê Bessem Îssa jî heye.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye