AP: Amerîka û Talîban bo Agirbestê li Hev Dikin

Karbidestekî payabilind yê Amerîkî dîyar kir ku Amerîka û Talîbanê li ser agirbestekê li hev kirîye û ew dê di demeke nêz de destpê bike.

Navenda Nûçeyan - Wî karbidestî da zanîn ku dibe ku bi agirbestê re leşkerên Amerîkî ji Afganistanê vekişin.

AP’ê ragihand ku dê heta deh rojan danûstandinên aştîyê destpê bikin.

Li gor nûçeya AP’ê, daxuyanîya fermî ya ser agirbestê dê di dawîya hefteyê de were eşkerekirin.

Di vê qonaxê de, Talîban dê bombeyan li rê bi cîh neke û êrîşên xwekujî li dar nexe û Amerîka jî dê çavdêrîya agirbestê bike.

Ger Talîban li gor agirbestê tevbigere, bi beşdarbûna hemî alîyan dê danûstandinên aştîyê destpê bikin.

Berpirsekî Talîbanê jî got ku peymana duyê di 29’ê Sibatê de were îmzakirin û peyvajoya dîyalogê dê di 10’ê Adarê de destpê bike.

Li gor gotina wî berpirsî leşkerên bîyan yên li Afganistanê dê heta 18 mehan vekişin.

Dengê Amerîka

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da