Antony Blinken nerehetiya Amerîka ya li hember êrîşa Hewlêrê anî ziman

.

Derbarê êrîşa li Hewlêrê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê peyamek belav kir û got, îdareya welatê wan ji ber êrîşa ser Hewlêrê gelek aciz bûye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nerehetiya welatê xwe ya li hember êrîşa Hewlêrê anî ziman û serxweşî li malbata wî peymankarê Amerîkî kir ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.

Antony Blinken diyar kir, piştî êrîşê li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî û soza piştevaniya Amerîkayê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê da bo hewildanên dîtina tawanbaran û cezakirina wan.

Piştî êrîşê şeva borî ya li Hewlêrê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê da zanîn, binkeyeke leşkerî ya Amerîkayê bûye armanc û ji ber wê jî peymankarekî Amerîkî jiyana xwe ji dest daye û leşkerek û 5 hemwelatiyên din birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye