Ann Linde: Ez çîyaya Kurda me

Wezîra Derve ya Swêdê got, “Ne rast e ku ‘Ji bilî çîya ti dostên Kurdan nînin’, ez çîyaya Kurdan me.”

Navenda Nûçeyan- Li Stockholma paytexta Swêdê, bi mebesta piştevanîya bo Rojavayê Kurdistanê, bi beşdarîya hunermendên navdar ên Kurd Ciwan Haco, Nasir Rezazî û herwiha hunermend Zara Larsson, Molly Hamar, Benjamin Ingroso, Oscar Zia, Saliboy, Jonas Gardel çalakîyek encamdan.

Jibilî hunermendan, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûrîyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî beşdarî wê organîzasyonê bûn.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde di wê çalakîyê de gotarek pêşkêş kir û got ku ew dixwazin Kurd jî cihê xwe di civînên ji bo destûra Sûrîyê yên li Cinevê bigirin.

Ann Linde tekez kir ku hikûmeta Sûrîyê heta niha 100 milyon kron alîkarî daye Rojavayê Kurdistanê û dîyar kir, “Biwêja, ‘Jibilî çîya ti dostên Kurdan nînin’ ne rast e. Ez çîyaya we me.”

Wê wezîra Swêdî nerazîbûn li hemberî êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojava nîşan da û got, “Tirkîyê êrişî navçeya herî aram a Sûrîyê kir. Ji ber wê êrişê herî kêm 170 hezar kes ji neçarî koçber bûn.”

Wezîra Derve ya Swêdê dîyar jî kir ku wêneyekî zarokekî 10 salî yê ku di êrişan de birîndar bûbû, kareîgerîyeke zêde li ser wê kirîye û got, “Ew wêne di hişê min de ma.”

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê