Rastî: tabella/lewha ku zimanê kurdî jî têde hebû, ji alîyê rejîmê ve hat rakirin û di dewsê de tenê bi arabî û piştre jî tenê bi arabî û ingilîzî(lê ne kurdî) hat dalaqandin. Vê kirina dijminatîya zimanê kurdî û netewetîya kurd, gelek kurd rakirne ser pîyan û kurdan; eve kirin; mîna destpêka politîkayên her wek berê şowenîya araban û rejîmên kurdkûj û despot dîtin/şîrove- û qabûl kirin.
Analîz: tiştekî balkêş û xweşe ku endam, hevalbendên Rêveberîya xweser û gelê kurd hişkere û vekirî nerazîbûna xwe dîyarkirin û dijî vî sûcê mezin ketine faalîyetê. BALAM serokatî û berpirsîyarên Rêveberîyê, demeke kurt jî be, bêdeng man û wa dîyara ku wan, hew zanîbûn bê ma ewê çibikin û çinekin!
Min bixwe li hevpeyvîneke birêz Mazlum Abdi gûhdarîkir ku ew di gotinên xwe de ne vekirî, ne serbest û ne azadbû. Gelo çima ? ,
Normal, birêz Mazlum Abdi, di hevpeyvîn û roportajên xwe de, serbixwe û azada; lê di vê hev peyvîna ku ez qala wê dikim de; her di got ” pirsgirêk….çareserî, pirsgirêk…çareserî…û her evan peyvokan tekrar dikir….”. Vê manzarayê ez hinekî hem tirsandim û hem jî piçek hêvîyên min şikandin. Çilo? Çawa?
Ji ber ku ew zanyarî û tecrûbeyên min yên berê, anjî ku ez niha jî agadarim; evan sloganan anîna bîramin: ”…serokatî û gel, ne mîna hev difikirin…..”, anjî ”…vêce şoreş şoreşgerên xwe dixwe….”, anjî ”…. ji niha de bedl/qarawat û kûrsî germbûnekê didê kesan…”. Û helbet ez û bawerim gelek kesên mîna min, di vê analîzêde wê ne şaşbin, ji ber ku ev li gelek deveran hatîye serê kesan û grûb û gel poşman û perîşan bûne!
Lê, aferîn û bijî serokatîya Rojava, ku piştî demeke kurt, wan pevre mîna aktivîstên ku tabell anîna xwar, ev karên rejîmê, ne di cih de dîtin û mafên kurdan û zimanê kurdî parastin û lê xwedî derketin. Ha divêt ez vê jî bibêjim ku Rêvebrîya xweser her berê jî, ji bo ziman û mafên kurdî tekoşîn dikirin û her niha jî dikin û bi keda wana ku perwerda kurdî îroj li Rojava heye – lê analîzaminî ku bi rexneye, şev û rojek anjî çend saetjîbin ewan bêdeng man û ne bi derbekê xwedî li aktivîstan derketin.
Di heman demêde; ew serokatîya baş û zanyara; ku ewan li gor endam, dilxwaz û gel ê xwe gûhertinan bike û di teorî û praktîkê de, gel bo xwe mîna ansîklopedî bibîne û qabûl bikêye.
Nuri Aldur